Zêdetirî 18 endamên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Operasyonên leşkerî yên ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê ve li çolistana Sûriyê hatiye destpêkirin, berdewam e. Di encamê de zêdetirî 18 endamên refên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê, hatin kuştin.

Zêdetirî 18 endamên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
27 ÇILE, 2021   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li çolistana Sûriyê derdora El-Sixnê nêzî sînorên îdarî yên di navbera Humis û Dêrazorê de, şer di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê rû da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 7 endamên hêzên hikumetê û komên girêdayî Rûsyayê di encama êrişekê de hatin kuştin û erebeyên girêdayî wan ji hêla DAIŞ'ê ve hatin hedefgirtin. Her wiha nêzî 11 çete di encama topbaran û bombebarana Rûsyayê de, di saetên borî de hatin kuştin.

(dx)