MSD`ê têkildarî dagirkirina Efrînê komxebatek li dar xist

Bi diruşma "Efrîna berxwedêr xwe ragire, Efrîn wê bimîne û dagirker dê biçin, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) komxebatek li bajarê Helebê li ser asta Sûriyê li dar xist. Di wê komxebatê de dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, plan û ajandeyên dewleta Tirk ên li herêmê û stratejiyên berxwedanê ji bo tunekirina dagirkeriyê hatin nîqaşkirin.

MSD`ê têkildarî dagirkirina Efrînê komxebatek li dar xist
25 ÇILE, 2021   18:20
HELEB

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li hola Efrînê ya li herêma Şiqeyif a bajarê Helebê komxebatek li dar xist. Partiyên siyasî, kesayetên sûrî yên serbixwe ji parêzgehên Sûriyê yên cuda û gelek nûnerên rêxistinên hiqûqî û sivîl tev li komxebatê bûn.

Di komxebatê de du mijarên sereke hatin nirxandin, ya yekê plan û ajandeyên dewleta Tirk ên li herêmê û ya din sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên herêma Efrînê û rêbazên çareserkirina encamên wê yên neyînî li ser herêmê.

/ar/uploads/files/2021/01/25/161442_ilham-ahmd.webp

Di beşa yekemîn a komxebatê de seroka Desteya Rêveber a  MSD`ê Îlham Ehmed axivî. Îlham got: “Dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina Efrînê di bin perdeya ola Islamê de armanc dike ku nasnameya çandî û etnîkî ya li bajêr tune bike û tevahiya pêkhateyên hevgirtî parçe bike.”

'DI BIN NAVÊ OLA ISLAMÊ DE DIXWAZE HEÊRMÊ DAGIR BIKE'

Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide siyasetên xwe yên berî 4 serdeman anku siyasetên împeretoriya osmanî li herêmê pêk bîne û bi navê Islamê siyaseta dûrxistinê li dijî gelên herêmê dimeşîne û dagir dike.

Îlham Ehmed bal kişand ser vekişandina Rûsya ji Efrînê û erêkirina wê dagirkirina Efrînê û got: "Rûsya bi vekişîna xwe ya ji Efrînê  îsbat kir ku di radeya yekemîn de li berjewendiyên xwe digire û ne alîgirê gelan di diyarkirina çarenûsa wan de ye."

Derbarê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê Îlham Ehmed got: “Hikumeta Şamê ambargo li ser şêniyên di nava kampan de ferz kiriye û rê dide dewleta Tirk a dagirker ku Til Rifetê topbaran bike û sivîlan bike hedef.”

/ar/uploads/files/2021/01/25/161517_jbraeyl-mstfa.webp

Di beşa duyemîn de endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Cibraîl Mistefa raporek girêdayî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê ji dema dagirkirinê ve pêşkêş kir.

Wek delîl li ser sûcên ku pêk hatine, 4 zarokên ku ji ber topbarana li dijî Efrînê birîndar bûne tev li komxebatê bûn ku rûyên du ji wan şewitîne û du zarokên din jî aliyên wan qut bûne.

Piştî nirxandina beşên komxebatê, beşdaran nêrînên xwe derbarê her du beşan û rêbazên rizgarkirina herêmên dagirkirî de dan.

HEVKARIYA NAVNETEWEYÎ BI SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

/ar/uploads/files/2021/01/25/161553_mstfa-qlajy.webp

Ji nava beşdarên komxebatê serokê Partiya Ronesans û Guhertinê ya Sûriyê Mistefa Qalecî destnîşan kirk ku ala Tirkiyê ya li Efrînê li ba dibe heman ala li herêma Babê û Cerabulsê û wiha domand: “Efserên Tirk herêma Efrîn û herêmên din bi rêve dibin. Hikkumeta Tirkiyê bi fermana hêzên cîhanê dilive. Ne ji wan bûya, nedikarî derekê ji Sûriyê dagir bike. projeya wê berê li Astanayê li ser hatibû lihevkirin. Ev îsbat dike ku di mijara dagirkirina Efrînê de lihevkirineke navneteweyî heye.”

TIRKIYÊ JÊDERA TEROR Û SÛCAN E

/ar/uploads/files/2021/01/25/161616_ahmd-drzy.webp

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Aştî û Hevkariya Herêmî Ehmed Dirzî axivî, demokratiya Tirkiyê bi derew wesifand û diyar kir ku dewleta Tirk Ixwan Musilmîn ji bo berjewendiyên xwe ava kir.

Beşdaran sûcên ku dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê pêk anîne, cihên olî, dîrokî û çandî yên ku hatine hedefgirtin, belavkirina bazirganiya mirovan li herêmên dagirkirî bi rêya istixbarata Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wan sûcan nîqaş kirin û wekî şermekê li ser rûyê tevahî mirovahiyê bi nav kir.

Di navberê de ANHA'yê nêrînên hin beşdarên komxebatê girt.

/ar/uploads/files/2021/01/25/161648_fhymh-hmw.webp

Endama Meclisa Serokatî ya MSD'ê Fehîma Hemo got: "Ev komxbat berdewama rêze komxebatên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin e. Di heman demê de di salvegera êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser bajarê Efrînê û koçberkirina niştecihên wê ye tê lidarxistin. Armanc ji vê komxebatê balê bikişîne ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê ku heya roja me ya îro berdewam in."

Fehîma Hemo destnîşan kir ku wan xwest bi rêya vê komxebatê armancên ajnîdeyên derve û destwerdanên navneteweyî li Sûriyê bidin naskirin. Her wiha banga berxwedanê kir û got ku rêya tekane ya têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê ye.

GIRÎNGIYA DIYALOGAN JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ

Endamê Partiya Vîna Gel Haşim Misto jî di destpêka axaftina xwe îşaret bi girîngiya mûzaketiya MSD'ê kir û wiha dom da axaftina xwe: "Çareserkirina aloziya Sûriyê biryara 2254 nîşan dide, ku destûr û tevgereke rêveberiyeke demkî ji bo hilbijartinan e. Ji bo mijara nakokiyên sûrî, ew hatine dabeşkirin; beşek hebûna dewleta Tirk li Sûriyê dagirkerî bi nav dike, bi rastî ji dagirkerî ye û beşek din hebûna Îran û Rûsya dagirkerî dibînin. Wekî partî em dibînin ku Amerîka dagirkerê rasteqîn ê Sûriyê ye."

Misto girîngiya lihevkirinên sûrî-sûrî destnîşan kir ku "Dê avakirina Sûriyeke nû encam bide û dê biryar bide kî dijmin û kî dost e."

/ar/uploads/files/2021/01/25/161750_khald-abw-jhad.webp

Endamê Partiya Demokrat a Sûrî Xalid Ebû Cîhad jî got: "Em bi hêvî ne ku diyalogên di vê komxebatê de derketine, mîna hevdîtina bi tevahî gelê Sûriyê re be. "

Ebû Cîhad her wiha anî ziman ku AKP'ê bi serkêşiya Erdogan ê banga îslamê dike, xaka sûriyê dagir kir, Tevgera Îxwan El-Muslimîn a ku Tirkiyê sopnseriya wê dike baskî emperyalîzma cîhanî ye ku armancên xwe li herêmê pêk tîne.

Xalid Ebû Cîhad li hemberî dagirkeriya li herêmê û xeteriya Erdogan a ku hewl dide xaka Sûriyê parçe bike, banga hevgirtinê li pêkhateyan kir.

Piştî nêrînên beşdaran, nîqaşên li ser rêbazên stratejiya berxwedana rizgarkirina herêmên dagirkirî, komxebat bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f8r5iRUuVaw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>