Li herêma Firat û Minbicê qetilkirina Seida û Hind hate şermezarkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê û Sirînê ji bo şermezarkirina qetilkirina  hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr meşiyan. Meclisa Jinan a Minbicê û Kongreya Star ya Eyn Îsayê bi heman mebestê daxuyaniyên cuda dan.

Li herêma Firat û Minbicê qetilkirina Seida û Hind hate şermezarkirin
25 ÇILE, 2021   15:27
MINBIC-KOBANÊ

Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina hevseroka Meclisa bajarokê Til El- Şayir ê navçeya Deşîşe ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve zêde dibin.

Kongreya Star ya navçeya Sirînê çalakiyek li dar xist û got hedefgiritina jinên kedkar û çalak, tê wateya hedefgirtina civaka demokraîtk.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0qZuV3BQ024" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sehan jin û şêniyên navçeya Sirînê li deriyê ketina bajêr kom bûn û heta Şaredariya Sirînê meşiyan.

Meş li ber avahiya Şaredariyê rawestiya. Bi navê Kongreya Sta,r endama Meclisa Edaleta Jinan Felek Yusif axivî û sûcên ku li dijî jinan şermezar kirin.

Felek destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye ku jin tên hedefkirin û got ku Komkujiya Silopî, Parîs, Helinc, şehîdxistina Hevrîn Xelef li ber çavan in. Felek piştrast kir ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinan destpê kir û dê bi pêşengiya wan bi ser keve.

Meş bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina sûcên li dijî jinên têkoşer bi dawî bû.

Meclisa Jinan a Minbicê jî bi tevlêbûna endamên sazî û komîteyên girêdayî jinan daxuyanî da.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j5bauw-ojkU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Jin li pêşiya avahiya Meclisa Jinan kom bûn, wêneyên endamên rêveberiya meclisa Til El- Şayir hildan. Endama rêveberiya Meclis Jinan Fadiya Resûl daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina Seida  El-Hermas û Hind El-Xidêr û komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên li Til Rifetê pêk anîn, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinan di dirêjahiya salên borî de, li hemberî tevahiya zehmetiyan li ber xwe dan û gelek destkeftiyên bêhempa bi dest xistin.

Her wiha hate diyarkirin ku ji ber ku jinan li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe dan û di gelek waran de bi ser ket, dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe hewl dide vîna jinan bişkîne, ji ber wê her du endamên jin kirin hedef.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mîna van bûyeran jinên Minbicê bi taybet û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê natirsînin. Yan jiyana bi rûmet an jî mirineke bi rûmet."

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, jinan sloganên silavkirina berxwedana jina azad û gelên azad berz kirin.

Li Eyn Îsayê jî Kongreya Star a Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê sûca hovane ya li dijî jinên endamên meclisa bajarokê Til El-Şayir şermezar kir.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Girê Spî Xilûd El-Cedûi daxuyaniya kongreyê xwend. Tevahiya jinên karmendên komîteyên meclisên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî, tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de qetilkirina her du rêveberên Meclisa bajaroka Til El-Şayir hate şermezarkirin

Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku berspirên vê bûyerê ji hedefgirtina jinan armanc dikin, vîna jina azad a têkoşer bişikînin. Bi taybet piştî ku ji zihniyeta mêran xilas bû.

Her wiha bang li tevahiya jinan hate kirin ku jin tê gihêjin tevahiya komployên ku vîna jina azad dikin hedef û soz hate dayîn ku rêya jinên têkoşer heta pêkanîna armancên wan û azadkirina tevahiya jinan ji zihniyeta mêran, were şopandin.

Di heman çarçoveyê de Rêxistinên Civaka Sivîl ên bajarê Minbicê û gundewarê wê, daxuyaniyek da raya giştî û qetilkirina hevseroka Meclisa Bajarokê Til  El- Şayir Seida El-Hermas û cîgira hevserokatiya meclisê Hind El-Xidêr hat şermezarkirin.

Fatima El-Hemîd daxuyaniya rêxistinan li pêşiya avahiya Yekitiyan a li rojavayê bajarê Minbicê

Daxuyanî wiha ye:

 “Şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst di radeya yekemîn de jinên pêşeng û yên ku di saziyên rêveberiyê de kar dibin dikin hedef. Di encama hedefgirtina wan koman de, hevalên me Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr hatin qetilkirin.

DAIŞ`ê bi rêya mîna van bûyeran dixwazin vîna jina azad bişkînin û têkoşîna wê têk bibin. Bi taybet ji ber ku jinan di  tevahiya astên civakî, siyasî, leşkerî û îdarî de roleke sereke û çalak lîst.

Em mîna van bûyerên ku jinan û civakê dikin hedef şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê rûyên diravekî ne û bi heman rêbazan terorê li dijî gelê me pêk tînin.

Em komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê di 23`yê Çileyê de pêk aniye, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku helwestên cidî li dijî van sûcan û terora DAIŞ`ê bigirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me rawestînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tOj4vj15OD8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>