‘Qetilkirina her du jinan sûcekî din li sûcên terorê zêde kir’

Bertekên gel ên li dijî komkujiya li Til Rifetê û qetilkirina rêveberên Meclisa bajarokê Til El-Şyarî Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr didomin.

‘Qetilkirina her du jinan sûcekî din li sûcên terorê zêde kir’
25 ÇILE, 2021   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek saziyên jinan û saziyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya El-Deşîşa ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr şermezar kir.

Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya El-Deşîşa ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr di 22`ê Çileyê de revandin û kuştin. Duh çeteyên DAIŞ`ê qetilkirina her du rêveberan girt ser xwe.

RÊVEBERIYA JINAN A LI REQAYÊ

Rêveberiyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiyê Xilûd El-Îsa li pêşiya avahiya rêveberiyê ya navenda bajêr hate xwendin. Di daxuyaniyê de sûcê qetilkirina her du rêveberan hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku serketina jinan di aliyê siyasî, civakî, aborî û rêxistinî de sedema kuştina jinê ye, ji ber cara yekem di dîrokê de jiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinê geş dibe û ber bi serketinê ve diçe.

Her wiha hate gotin ku jin di pêkanîan projeya demokratîk de bingeha sereke ya ku aramî û ewlehiyê li welat vedigerîne.

NIVÎSGEHA JIN A TEV-DEM LI QAMIŞLO

Nivîsgehê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Rifetê pêk anîbûn û qetilkirina her du rêveberên meclisa bajarokê Til El-Şayir daxuyanî dan

Daxuyanî ji aliyê endama nivîsgehê Zeyneb Hesen ve li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin"Hedefgirtina jinan hewldana têkbirina rêveberiya jinê û xebatên wê yên ji bo xurtkirina demokratî û azadiyê di civakê de ye."

Nivîsgehê di daxuyaniyê de banga şandina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewyî kir da ku sûcên belge bike û sûcdaran radestî edaletê bike. Her wiha bang li civaka navnetewyî jî hate kirin da ku zextê li dewleta Tirk bikin û sûcên ku pêk tîne, bisekinînin.

Jinan di daxuyaniyê de banga piştgiriya hev kir û got xeteriya qirkirina û tundiyê berdewame  û divê jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek da ku parastina destkeftiyan bikin.

QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, li parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyeke têkildarî komkujiya ku li Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat, her wiha ji bo qetlikirina herdu jinên bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê ya bajarê Hesekê da.

Daxuyaniyê bi beşdarbûna endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û komîteya perwerdeyê ya TEV-DEM'ê ji aliyê endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Arşek Baravî ve hat xwendin.

Arşek Baravî da zanîn ku dewleta Tirk di sêyemîn salvegera dagerkirina Efrînê de, komkujiyeke nû ku li arşîva tawaniyên wî zêde dibe, pêk anî.

Baravî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi van kiryarên xwe îsbat dike ku armanca wê qirkirina gelê Kurd e û hemû pîvanên navdewletî bin pê dike.

Arşek bi berdewamî got:" DAIŞ`a ku Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) ew têk birin, dîsa vedijîne û li dijî deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike. Bi taybet li dijî jina azad ku roleke sereke di têkçûna xewnên dewleta Tirk de lîstiye. Lew ra em dibînin bê çawa jinan hedef digire û şehîdxistina Hevseroka Meclisa  Til El-Şayir a girêdayî navçeya El-Deşîşe li başûrê bajarê Hesekê  Seide Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind latîf Xidêr, diyar dike dijminahiya dewleta Tirk li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye û bi taybet jina azad e."

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A TIRBESPIYÊ

Di heman derbarê de, endamên meclise li pêşiya navenda xwe ya li navçeyê daxuyaniyek da. Endama rêveberiya meclisê Nisrîn Hisên daxuyanî xwend.

Meclise di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hedefgirtina her du endamên rêveberiyê yên jin û komkujiya Til Rifetê ji bo şikandina vîna berxwedanê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vîna jinan bi taybet, pêk hatin.

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A REQAYÊ

Di heman derbarê de, hevseroka meclise Ibtîsam El-Ehmed dauxyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de sûcê li dijî her du endamên rêveber ên jina hate şermezarkirin û wekî hedefgirtina vîna jinên azad hate binavkirin.

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A HESEKÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed li pêşiya navenda meclise ya li taxa Til Hecer a Hesekê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina her du jinan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ev sû cdi radeya yekemîn de li dijî jinên azad e. Dê malbatên şehîdan li pey şopa zarokên xwe bin heta ku hemû şaneyên veşartî bi dawî dikin. Dê têkoşîna me ya li dijî terorê berdewam bike.''

KONGREYA CIVAKA ÎSLAMA DEMOKRATÎK

Rêxistina Jinan a Kongreya Civaka Îslama Demokraîtk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê qetilkirina herdu jinan şermezar kir. Daxuyanî bi beşdarbûna endamên kongreyê li pêşiya navenda Akademiya Îslama Civaka Demorkatîk a bajarê Qamişlo hate xwendin.

Hevseroka kongreyê Delal Xelîl daxuyanî xwend, sûcê qetilkirina her du rêveberên meclisê şermezar kir û got: "Pêkanîna vê sûcê di vê demê de tenê ajnîdeyên terorîst in, armanc jê bilavkirina tirsê li herêmê ye û têkbirina berxwedana jinan e. Her wiha kiryareke terorî ku li lîsteyên terora DAIŞ û komên dîtir ên ku heman fikir hilgirtine zêde dibe.

RÊXISTINÊN SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL

Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê bi haman armancê daxuyanî dan. Hevseroka Odya Pêşesazî ya Reqayê Nûr El-Necim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rêxitinên terorîst û alîgirên ji asta ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştine bê çar mane, ji ber ku jin bingeha sereke ya avakirina civakeke bi nirxên edalet, wekhevî û demokrasiyê ye."

Her wiha hate gotin ku hedefkirina jinên çalakvan tundiyeke rêxistinkirî û palnkirî ye armanc jê karîna fîzîkî û hişmendî û dirûnî ya jinan têk bibin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo bidawîkirina hedefkirina jinan bixebitin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku rola jinan di dan û standinên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de aktîv bikin.

JINÊN CIWAN DI KOMÎTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya  Meclisa Sivîl  a Reqayê daxuyaniye li Stada Reqa ya Beledî parve kir. Endama nivîsgehê Îman Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina her du rêveberan hate şermezarkirin û hate gotin: "Komên terorîst texmîn kirin ku dê vê kiryarî karibe vîna jinan bişkîne, lê ev sûc û binpêkirin îrade û îsrara me ya domandina xeta têkoşînê zêde dike."

ANHA