Leyla Mişo: Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk tevgera şêniyên Eyn Îsayê rawestiyaye

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo bêdengiya navneteweyî  ya li hember êrişên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir û da zanîn ku ji ber topbarana dagirkeriya Tirk tevgera welatiyên Eyn Îsayê rawestiyaye û zarok ji xwendinê bêpar mane.

Leyla Mişo: Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk tevgera şêniyên Eyn Îsayê rawestiyaye
25 ÇILE, 2021   07:18
EYN ÎSA

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji beriya du mehan ve bi hemû çekên giran û sivik êrişî navçeya Eyn Îsayê rêya M4`ê û derdora navçeyê dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên hewl didan ku ji aliyê eniyên bakur rojhilat (Cehbel û Mişêrfê) û rojavayê navçeyê (Mielek û Seyda) rêya M4`ê kontrol bike, lê QSD`ê hewldanên wan têk birin.

Her çiqasî baregehên garantorê Rûsî li hemû herêmên xetên şer hebin da ku li van herêman çavdêriya agirbestê pêk bînin jî, lê dîsa jî civaka navneteweyî û hêza garantor Rûsya li hemberî van êrişan bê deng in.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo bêdengiya civaka navneteweyî û hêza  garantor Rûsya ya li hemberî êrişên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir.

Leyla di nava gotinên xwe de anî ziman ku ji ber êrişên artêşa Tirk, anîna genim ji depoyên navçeyê hate rawestandin û niha ji bo firinên li navçeyê genim ji navçeya Celebiyê tê.

Topbarana artêşa Tirk a ji navçeyê re bû sedem ku liv û tevgera şêniyan raweste, mînak anîna genim hate rawestandin û bandor li rewşa perwerdeyê hate kirin ji ber ku êdî malbat newêrin zarokên xwe bişînin dibistanan.

Di heman demê de anîna genim ji depoyên navçeyê ku 2 hezar û 100 ton tê de heye ji beriya du mehan ve hatiye rawestandin, ji ber ku derdora wê hema bêje rojane tê topbarankirin.

Têkildarî vê yekê Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo bang li rêxistinên mafên mirovan ên ku parastina mafên zarokan dikin, kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku êrişên li dijî navçeyê rawestîne û zarok vegerin dibistanên xwe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9R6H5YbwJyk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>