Netanyahu dixwaze serdana Îmarat û Behreynê bike

Rojnameya ‘Îsraîl Hayom’ ragihand ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu dixwaze di meha bê de serdana Îmarat û Behreynê bike.

Netanyahu dixwaze serdana Îmarat û Behreynê bike
23 ÇILE, 2021   13:47
XEZA

Li gorî rojnameyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dixwaze di meha bê de serdana Îmarat û Behreyn bike.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê diyar kir ku dîroka ku tê payîn ku serdana Netanyahu ji Îmarat û Behreynê re pêk bê, di navbera 9 û 11'ê Sibata bê de be.

 (dm)