Dagirker derdora Eyn Îsayê topbaran dikin

Şervanên QSD'ê hewldana hêzên dagirker ên ketina  rêya M4 têk birin. Dagirker di van kêliyan de derdora navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin.

Dagirker derdora Eyn Îsayê topbaran dikin
22 ÇILE, 2021   21:48
EYN ÎSA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ber bi gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa û rêya M4 bi pêş de biçin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD'ê şer derket ku derdora saetekê dewam kir.

Piştî hewldana dagirkeran hate têkbirin, rêya M4, gundê Mişêrfê, embarên genim ên Eyn Îsayê bi tank û hawnan topbaran dikin.

ANHA