Nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de dîsa dest pê kir

Nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de ji ber diyarkirina sînorê deryayî piştî ku di demên dawîn de aramiyeke bi serpereştiya NATO û YE`yê pêk hat, careke din dest pê kir.

Nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de dîsa dest pê kir
21 ÇILE, 2021   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya destpêkirina diyalogên ji bo diyarkirina sînorê deryayî yê di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de, diyar e ku nakokî dê careke din dest pê bikin. Bi taybet piştî Yewnanistanê beriya du rojan dest bi nîqaşa berfihrekirina sînorên deryayî di Deryaya Spî de kir.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis di daxuyaniyeke çapemeniyê de got diyar e ku dewleta Tirk bi şêwazekê tev digere ku naxwaze aştî li herêma Deryaya Spî xurt bibe.

Her wiha got heke nekarin sînorê deryayî bi rêyên dîplomatîk xêz bikin dê ji dadgeha navneteweyî re bişînin.

 (bx)