Yekitiya Parêzerên Firatê: Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li ser gelên demokratîk e

Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku di wê derbarê de bi berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî rabe.

Yekitiya Parêzerên Firatê: Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li ser gelên demokratîk e
21 ÇILE, 2021   12:39
 KOBANÊ

Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê got tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, gelên demokratîk jî dike hedef. Parêzeran bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku berpirsiyarên xwe yên exlaqî û qanûnî pêk bînin.

Endamê Meclisa Parêzeran a herêma Firatê Izzedîn Cimo daxuyanî xwend û tê de bang li Sekerterê Giştî yê NY`yî Antonio Guterres kir ku tecrîda li ser rêberê gelên demokratîk rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye û heta roja îro dewam dike û êriş û komployên li ser tevahî xaka Rojhilata Navîn xurt kir.

Parêzeran bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, dezgehên çapemeniya azad û civaka navaneteweyî kirin ku li hemberî kiryarên li dijî rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyariyên xwe rabin û zextê li hikumeta Tirkiyê û hevkarên wê yên komploya li dijî rêbertî pêk anîne, bikin.

Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de got: “Divê hemû rêxistinên mirovî zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe. Ji ber ku azadiya rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de azadiya gelên herêmê û cîhanê ye. Bi azadkirina rêber Ocalan dê piştî van salên dirêj ên şer, îstiqrar li herêmê pêk bê.”

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bWlMNgQnq3A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>