‘Rûsya aliyekî êrişên dewleta Tirk e, ne garantor e’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê da zanîn ku armanca êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkbirina nasname û dîroka gelên herêmê ye û ev êriş li pêş çavên Rûsya ya garantor pêk tên ku bûye aliyekî van êrişan.

‘Rûsya aliyekî êrişên dewleta Tirk e, ne garantor e’
21 ÇILE, 2021   04:38
 HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwar kirin, bi taybet li dijî Eyn Îsayê. Ew yek tevî peymana agirbestê pêk tê.=

Çavdêr destnîşan dikin ku bêdengiya Rûsyayê tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re û bi  wê yekê hewl diin serweriya xwe li herêmê berfireh bikin û fişarê li Rêveberiya Xweser bikin da ku herêmê radestî hikumeta Şamê bike.

Têkildarî mijarê, endamê PYD’ê Abdullah Şêxkê wiha got: "Peymanên agirbestê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine îmzekirin, xumavek li ser kaxizê ye. Dewleta Tirk û çeteyên wê li gorî peymanan tev negerîn û mijûblbûna DYE’yê ya bi hilbijartinan bi kar anîn, da ku herêmên dîtir dagir bikin."

 ‘KILÎT’

Şêxkê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Eyn Îsayê zêde dikin, ji ber ku dagirkirina Eyn Îsa wekî ‘kilîta’ herêmên din ên Sûriyê dibîne û wiha domand: "Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Her wiha hewl dide Eyn Îsayê dagir bike, da ku xwe bigihîne Kobanê û bajarên Rojava ji hev qut bike."

Abdullah Şêxkê diyar kir ku Eyn Îsayê kaxiza dawî di destê Tirk û Rûsan de ye û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk û çeteyên wê, bi alîkariya Rûsyayê rojane êrişî Eyn Îsa û Til Temirê dikin. Ew yek jî bi hewldana pêşdeçûn û qutkirina gelek xakên Sûriyê ye. Lê dewleta Tirk di dagirkirina Eyn Îsayê de bin ket, ev yek jî mîna têkbirina dewleta Tirk di Rojavayê Kurdistanê de ye."

‘RÛSYA JI ALIYEKÎ GARANTOR BÛ ALIYEKÎ ÊRIŞAN’

Şêxkê eşkere kir ku Rûsya di zexta li ser QSD’ê ji bo radestkirina Eyn Îsayê ji hikumeta Şamê re, bi bin ket. Ji lew re ji garantor vegerî aliyekê ku hewl dide hevsengiyekê bi DYA’yê re çêke, da ku Eyn Îsayê dagir bike û serweriyê li herêmên dîtir bike."

Sibhî Sîno da zanîn ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, valakirina Rêveberiya Xweser ji naveroka wê û derbekirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Sîno wiha got: "Şêniyên Rojava piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna projeyeke demokratîk ragihand ku îtîrafê bi mafên tevahî ol û neteweyan dike. Vê yekê jî metirsî li gel dijminên azadiyê çêkir û bi wê re bi hemû rêbazên leşkerî, çapemenî, aborî û derûnî êrişên hovane pêk anîn."

‘ÊRIŞ LI DIJÎ NASNAMEYA PÊKHATEYAN E’

Sîno bi lêv kir ku sûcên dewleta Tirk li dijî nasnameya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, da ku dîrok û çanda wan têk bibin.

Sîno di berdewam axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî, darên zeytûnê qur kirin, perestgeha Nebî Horî vegerand mizgefê, şûnwarên wê dizîn. Ev tevahî bi hewldanên îmhakirina dîroka herêmê ye, li gel wê jî demografiya herêmê diguhere, şêniyên resen koçber dike û li şûna wan malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Iraqê bi cih dike."

Sîno bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe çêkin.

‘DAGIRKIRIN…’

Li aliyekî din jî Elî Hesen diyar kir ku pêwîst e yekitiya nîştimanî li hember êrişên li djî herêmê were avakirin û wiha pê de çû: "Êrişên li dijî herêmê, bi hedefa dagirkirinê ye û divê tevahî pêkhate piştevaniya hêza leşkerî bikin."

Hesen destnîşan kir ku Rûsya hevparê êrişan e û wiha domand: "Heke Rûsya di niyetên xwe de durist bûya, dê li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekiniya. Ji ber ev êriş dibin sedema qetilkirin û koçberkirina şêniyan."

Li herêmên Eyn Îsayê û Til Temirê, ji zêdetirî mehekê ve, di gel bêdengiya Rûsyayê ku baregeha wê jî li Tir Temirê heye, êrişên dijwar pêk tên.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uy-KwCwd_ts" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>