Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist

Bi diruşma "Na ji tundiya li dijî jinan re, em ê teqez bi ser kevin", Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê panelek li dar xist, tê de şêweyên tundiyê li dijî jinan di civakê de pêk tên û rêbazên bidawîkirina wê, nîqaş kirin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
20 ÇILE, 2021   21:34
KOBANÊ

Bi beşdariya bi dehan ji endamên saziyên jin û saziyên sivîl ên li herêma Firatê, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê, pandelek li Hola parka Ronîwar a li Kobanê li dar xist, tê de 3 mijarên sereke nîqaş kirin, ew jî tundiya li dijî jinan, zewaca temenbiçûk, exlaq û estetîk.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ferîde Neisan axivî û pêşwaziya bedaran kir û wiha got: "Divê nifşa ciwan pêşengtiya hemleyên li tevahî herêmên Bakurê Sûriyê bikin, da ku tundiya li dijî jinan têk bibin. Ji ber ew pêşnengê civakê ne û ji wan dest bi avakirina civakê dibe."

Dûvre endama rêvrber a rêveberiya Rêxistina Sara ya li Kobanê Necat Mesla, mijara yekemîn a panelê ya bi sernavê "Tundiya li dijî jinan" şîrove kir û îşaret bi rêbazên tundiyên li dijî jinan kir, ku bi wê re rewşên xwekuştin û qetilkirina jinan di nava civakê de zêde dibin û divê li hember vê yekê were sekinandin.

Necat Mesla wiha got: "Di 2020’an de rewşên xwekuştinê zêde bûn û gihaştin 13’an, li gel wê jî hin rewş hene jî civak li ser bê deng e. Li aliyekî din jî rewşên tundiya cesedî di heman sale de gihatina 250’î, ji wan ji sedî 40’î parastin xwestin."

Lê mijara duyemîn ji panelê ya "zewaca temenbiçûk" jî,berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Tolîn Mihemed xwend. Tolîn Mihemed behsa sedemên ku dibin belavbûna vê bûyerê kir û destnîşan kir ku hin sideman kevneşopî ne û nêrîna civakê ji jinan re ku bareke li ser malbatê ye û wiha piştrast kir: "Divê em li hember vê kevneşopiyê bisekin, ji ber dibe sedema rewşên xwekuştin û qetilkirinê."

Mijara "exlaq û estetîkê", endama rêveber a beşa Lêkolînên Jinelojiya ya herêma Firatê Ferzê Mela xwend, tê de behsa estetîkbûna jinan kir ku ew ji rih, fikr û exlaqa wê tê, ne ji cil û bergan û şekil tê. Her wiha nêrîna li rihê jinan, çewtiyek e û dive sînorek ji vê yekê re were danîn.

Beşdaran li ser naveroka panelê û çawaniya dayîna çareseriyan ji pirsgirêkên li hember jinan re nîqaş kirin û wiha piştrast kir: "Divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bê dayîn, ji ber jin di kevn de bingeha civakê bûn, lê bi pêşketina fikra mêrdestiyê re jin kete bin desthilatiya mêran."

Di nîqaşan de, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim wiha got: "Tundiya li dijî jinan, ne tenê sedema xwe ya yekane desthilata mêrdestiyê ye. Lê belê hin kevneşopiyên civakê yên kevin hene ku xwe li ser jinan ferz kirine ku jin tenê alaveke zarokanînê, xizmetkirina male, baldariya li zarok û hevjîn e."

Rewşen Haçim wiha bi dawî kir: "Şoreşa jin li Rojava, nêrîna civakê heta astekê guhart, lê belê hê jî pêwîstî bi têkoşînê heye û divê ev kevneşopî bi temamî ji nava civakê werin rizgarkirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PzAK785sxFg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>