Yekitî û Partiya Pêşverû, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn'ê şermerzar kirin

Partiya Yekitî û Pêşverû siyasetên tirkkirina û asîmlekirinê ji hêla dewleta Tirk û hevalbendên wê ve li dijî kurdên li Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyê û desteyên têkildarî mafên mirovan nexasim hêzên têkildarî aloziya Sûriyê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku ji herêmên dagirkirî derkeve.

Yekitî û Partiya Pêşverû, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn'ê şermerzar kirin
20 ÇILE, 2021   19:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê bi armanca dagirkirina wê, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) daxuyaniyeke hevbeş da û siyasetên dagirkeriyê li Efrînê şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 20-1-2018`an de artêşa Tirk a dagirker bi balafrên xwe êrişên herêma Efrînê ya sûrî kir. hêzên dagirkeriya Tirk û komên girêdayî wê êrişên xwe yên bejahî û asmanî di dirêjahiya 58 rojan de dom kirin, di encamê de bi hezaran şehîd ketin.

Piştî derbasbûna 3 salan li ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê û tunekirina nasnameya kantonê ya kurdî, gelek sûc pêk anîn û heta niha pêk tîne, ji kuştin, revandin, talankirina milkên şêniyan û ferzkirina baçan. Ji van sûcan diyar dibe ku dewleta Tirk siyaseteke bizanabûn li dijî Kurdan pêk tîne û dixwaze plana xwe ya dagirkirina herêmên din ji Sûriyê temam bike.  

Em siyasetên tirkkirinê û erebkirinê ku dewleta Tirk û hevkarên wê li dijî kurdên li Efrînê pêk tînin şemrezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxisitnên mafên mirova nexasim hêzên têkildarî aloziya Sûriyê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku dagirkirina xwe ya li ser herêmê bi dawî bike û vegereke ewle ji bo gelê Kurd dabîn bikin.”

(şx)

ANHA