Artêşa Tirk a dagirker vê care gundewarê kantona Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî hedefgirtina navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê vê carê gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê dane ber topan.

Artêşa Tirk a dagirker vê care gundewarê kantona Efrînê topbaran dike
20 ÇILE, 2021   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên girêdayî kantona Efrînê topbaran dikin. Gundên ku têne hedefgirtin ev in; Merenaz, Elqemiye, Malkiye, Şewarxa, Keleha Şewarxa, Bênê û Soxanekê.

Topbaran heta niha berdewam in. Tu agahiyê derbarê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA