Dagirkeriya li ser Efrînê li herêma Firat û Minbicê hate şermezarkirin

Bi boneya salvegera 3`yemîn a êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê li bajarên herêma Firatê çalakiyên cuda li dar ketin.

20 ÇILE, 2021   16:40

Li bajarê Minbicê bi hezaran şêniyên bajêr û gundewarên wê li ser bangawaziya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê daketin qadan.

Meş ji çerxerêya Sefîne ya li naverasta bajêr destpê kir û li ber çerxerêya Karkerê Paqijiyê li rojavayê bajêr bi dawî bû.

Di meşê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo, berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, endama Meclisa Jinan Fedye Resûl, cîgirê serokatiya Meclisa Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Mazin Himêş û hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û gundewarên wê Ehmed El-Cemîlî aixîn û berxwedana şêniyên Efrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de silav kir.

Axaftvanan diyar kir ku Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji gelê Sûriyê re bû stargeheke ewle lê di encama komployekê de hate dagirkirin.

DAXUYANIYA MECLISA KANTONA KOBANÊ Û HEMLEYA KOMKIRINA ÎMZEYAN

Di heman çarçoveyê de Meclisa Kantona Kobanê daxuyaniyek da. Bi dehan şêniyên kantonê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, endamên saziyên kantonê tev li vê çalakiyê bûn.

Hevserok Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber ku dewleta Tirk a dagirker herêmên li bakurê Sûriyê dagir kirin, bi hezaran şênî koçber bûn, di nav de şêniyên Efrînê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tevahiya çekên giran û balafiran êrişî kantona Efrînê kir û piştî berxwedaneke bêhempa ji hêla şêniyên wê ve, dagir kir.

Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku dewleta Tirk bi armanca tunekirina projeya netewa demokratîk a li Efrînê êriş kir û ew dagir kir.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dagirkirina herêmên Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve û sûcên wê yên li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û aliyên hiqûqî û mirovî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û êrişên li dijî herêmê bidin rawestandin.

Di dawiya çalakiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi armanca bidawîkirina dagirkirina herêmê ji hêla dewleta Tirk ve û darizandina sûcdarên şer hemleya komkirina îmzeyan ragihand. meclisê wê encamên hemleyê ji Komkara Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişînin.

LI EYN ÎSAYÊ ÊRIŞÊN 20`Ê ÇILEYA 2018`AN HATIN ŞERMEZARKIRIN

Bi vê boneyê û ji bo şermezarkirina êrişên 20`ê Çileya 2018`an ên li dijî kantona Efrînê Kongreya Star û Meclisa Kantona Girê Spî daxuyaniyên cuda dan.

Her du aliyan di daxuyaniyên xwe de êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê şermezar kirin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo rawestandina wan sûcan û bidawîkirina dagirkirinê û bi sed hezara bikevin nav liv û tevgerê.

(şx)

ANHA