Rojnameyên erebî: Nakokiyên Îran-Rûsyayê li Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî nakokiyên di navbera Îran û Rûsyayê yên li Sûriyê de nivîsîn, her wiha mijara liv û tevgera siyasî ya dewleta Tirk û erkdarkirina Joe Biden jî di rojevê de bû.

Rojnameyên erebî: Nakokiyên Îran-Rûsyayê li Sûriyê
20 ÇILE, 2021   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO NAKOKIYÊN ÎRAN-RÛSYAYÊ LI SÛRIYÊ DEST PÊ KIRIN?

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Mijara nakokiyên di navbera Îran û Rûsyayê de li Sûriyê, êdî ne mijreke veşartî ye, yan jî pirgirêkeke ku her du alî naxwazin çêbe. Êrişa asmanî ya Îsraîlê ya dawîn ku hefteya derbasbûyî pêk hat û di encamê de 13 deverên ku hêzên Îranê lê ne li herêma Dêrazorê, hatin bombebarankirin. Ev êriş bû pêngeveke nû di pêvajoya dijberiya hebûna Îranê li Sûriyê de.

Beriya wê êrişê hate ragihandin ku hebûna Îranê li Dêrazorê kêm bûye, bi taybet li herêma Bokemalê ya li ser sînorê Iraqê. Ev herêm ji bo îranê mîna rêya xwegihandina milîsên Heşdî Şabî yên Iraqê ye.

Lê di dema êrişa asmanî de, tenê baregehên Îranê hatin bombebarankirin, baregehên hevbeş ên di Rûsya û Îranê nehatin bombekirin, ev jî nameyek bû ku dê tenê êriş li dijî milîsên Îranê pêk bên, ji ber ku li gorî Îsraîlê hebûna Rûsyayê li Sûriyê rewa ye, her wiha li ser erdê jî hin hevkarî di navbera Rûsya û Îsraîlê de pêk tên."

‘JI NIŞKA VE HELWESTA TIRKIYÊ YA TÊKILDARÎ PENABERAN A BI EWROPAYÊ RE NERM BÛ’

Der barê geşedanên li Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Tirkiyê der barê dosyaya koçberiya ber bi Ewropayê de helwesta xwe nerm kiriye, ev helwesteke nû ye, çavdêr dibêjin ku Tirkiye hewl dide ewropiyan razî bike û têkiliyên bi wan re di demeke zû de sererast bike. Lê aliyekî din tê gotin ku Ewropa hewl dide bi Amerîkayê re li dijî Tirkiyê tev bigere.”

‘AMERÎKA DÊ ÎRO RÛPELA TRUMP BIGIRE’

Der barê rewşa Amerîkayê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Îro dê Joe Biden li gorî makezagonê sond bixwe û dê bibe serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê 64`an, bi wê re jî dê rûpela dema serokatiya Donald Trump were girtin.”

(kn)