DYA’yê Hûsî xistin nava lîsteya terorê

Biryara rêveberiya DYA’yê ku komên Hûsiyan bikevin lîsteya terorê, roja sêşemê dest pê kir lê li gorî biryarê hin rêxistinên mafnas dikarin alîkariyê bidin sivîlan.

DYA’yê Hûsî xistin nava lîsteya terorê
20 ÇILE, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hefteya derbasbûyî ragihand ku Kongreyê daye zanîn ku ew dixwaze 19`ê Çileyê koma El-Hûsî ya Yemenê bixe lîsteya terorê.

Girêdayî mijarê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê diyar kir ku ceza dê li ser Hûsiyan bin, lê aliyê mirovî û saziyên alîkariyê û NY û Xaça Sor nagire nava xwe. Her wiha tekez kir ku ev yek derfetê dide komên alîkariyan ku dest bi projeyên mirovî, avakirina demokratîk û parastina ekolojiyê li Yemenê bikin.

Ev yek di dema ku komên Hûsiyan roja sêşemê bi ser gundên herêma El-Hîma ya rojhilatê bajarê Taz de girt, pêk hat.

Li gorî rojnameya El-Beyan ku polîsên herêmî yên Tazê ragihand ku 11 erebeyên leşkerî ji aliyê komên Hûsî ve ber bi gundewarên herêma El-Hîma ve hatine şandin, ji wan 4 tîm polîsên jinan bûn ku bi ser gelek gundên herêmê de girt.

 (bx)