'Serêkaniyê bûye warê malbatên çeteyan!'

Koçberên ji Serêkaniyê bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya xwe derkevin û gotin: "Serêkaniyê bûye warê malbatên çeteyan."

'Serêkaniyê bûye warê malbatên çeteyan!'
20 ÇILE, 2021   06:42
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Tevî bertekên gel û bangawaziyên ji bo rêxistinên navneteweyî, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirin û polîtîkayên tirkkirinê û guhertina demografîk li herêmên ku dagir kirine didomînin.

Bajarê Serêkaniyê ji bajarên ku di çarçoveya van polîtîkayan de demografiya wê tê guhertin. Dewleta Tirk pere, al û zimanê tirkî li ser şêniyan ferz kiriye, her wiha malbatên çeteyan ên ji Iraq, Idlib, Hema û Xûtayê lê bi cih kirine. Lê tevî van sûc û polîtîkayan jî civaka navneteweyî tu helwest nîşan nedaye.

Ji koçberên Serêkaniyê, Elî El-Mihêmid diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ew ji bajarê xwe derketin û got ku tevî ku koçber bûne jî lê binpêkirinên dagirkeran li dijî wan hîna dewam dikin û ji ber wê azaran dikişînin.

El-Mihêmid destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, malbatên çeteyan û malbatên biyanî di malên şêniyên ku hatine koçberkirin de bi cih dike.

'DEMOGRAFIYA HERÊMÊ DIGUHERÎNE, ÇAPEMENIYA NAVNETEWEYÎ RASIYAN EŞKERE NAKIN’

Elî El-Mihêmid destnîşan kir ku hêzên dagirker milkên wan difroşin kesên ku li herêmê hatine bicihkirin û got: "Civaka navneteweyî bêdeng e û çapemeniya navneteweyî binpêkirinên domdar û rastiyên li bajêr bajarê eşkere nakin.”

El-Mihêmid da zanîn ku di çarçoveya siyasetên tirkkirinê û guhertina demografîk li bajêr de, dewleta Tirk pereyên Tirk ferz kiriye, alên Tirkiyê hildan, her wiha deriyên sînor ji bo bazirganiyê vekirine.

Elî El-Mihêmid bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku rastî û sûcên ku li herêmên dagirkirî têne kirin bişopînin û eşkere bikin.

'SERÊKANIYÊ BÛYE WARÊ MALBATÊN ÇETEYAN'

Koçberê bi navê Mihemed El-Beşîr ê ji bajarê Serêkaniyê jî wiha got: "Heger van rojan vegerim Serêkaniyê ez ê nikaribim kesên li wir nas bikim. Ji ber ku malbatên li wir, malbatên çeteyan û yên biyanî ne yên ku ji derve hatine û Serêkaniyê kirine warê xwe."

El-Beşîr da zanîn ku li Serêkaniyê zêdetirî 32 hezar kes hebûn, lê niha tenê zêdetirî 2 hezar malbatên ji şêniyên resen mane. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dagirkeran ji bajarên wan derxînin û şêniyên resen lê vegerînin.

Îmad Şêxmûs jî ku koçberkî ji Serêkaniyê ye diyar kir ku kesên niha li bajarê Serêkaniyê, ne niştecihên wê yên resn in, lê belê malbatên çeteyan ên ji Idlib, Hema, Bab û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.

Şêxmûs got: "Dagirekr ne tenê demografiya herêmê diguherîne û niştecihên resen koçber dike, di heman demê de bi rêya kolandina girên dîrokî û diziya şûnwaran çanda herêmê tune dikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ikXZaaMDVM8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>