Yekitiya Lîberal a Kurdistanê: Rizgarkirina Efrînê erka hemû welatiyên Sûriyê ye

Partiya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî erka hemû welatiyên Sûriyê ye.

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê: Rizgarkirina Efrînê erka hemû welatiyên Sûriyê ye
20 ÇILE, 2021   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyê di daxuyaniya xwe de bang li aliyên navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina dagirkirina Efrînê bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Îro (20`ê Çileyê) salvegera 3`yemîn a dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (artêşa opozîsyonê) ve ye ku bi fermanên sultanê ‘Osmaniya Nû ya Îxwanî’ tev digerin. Bi sed hezaran şêniyên resen ên Efrînê hatin koçberkirin û di malên wan de çeteyên dewleta Tirk a faşîst hatin bicihkirin. Dagirkeran erdên zeytûnan talan kirin, dar birîn, şûnwarên Efrînê talan kirin, cihên olî rûxandin û bi taybetî pîrozgehên êzidiyan. Ev kiryar hemû li gel bêdengiya navneteweyî û herêmî û bêdengiya rejîma Sûriyê pêk hatin.

Wek Yekitiya Lîberal a Kurdistanê em dagirkirina Efrînê û herêmên din ên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, bi tundî şermezar dikin. Em banga bidawîkirina dagirkeriyê, derketina çeteyan û vegera şêniyên resen ji Efrînê re dikin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî jî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji Efrînê derkeve. Em tekez dikin ku em ê girîngiyê bidin rizgarkirina Efrînê ji wan sûcdaran. Zû yan dereng, dê Efrîn vegere. Em tekez dikin ku rizgarkirina hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî, erkeke nîştimanî ye ku dikeve ser milê hemû pêkhateyên Sûriyê. Rizgarkirina Efrînê ji xebatên me yên sereke ye.”

(cx)