​​​​​​​Mesrûr Barzanî, sersaxiya Mezlûm Ebdî xwest

Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê, ji bo wefata dayika Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, sersaxî xwest.

​​​​​​​Mesrûr Barzanî, sersaxiya Mezlûm Ebdî xwest
19 ÇILE, 2021   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Mesrûr Barzanî di peymana sersaxiyê de wiha got:

"Birêz Mezlûm Ebdî... em bi agahiya wefata dayika we xemgîn in. Em jî xemgîniya xwe bi we re par ve dikin. Dilovaniya xwedê li dayika we be û cihê xwe bihuşt be."

Dayika Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Xezne Hac Hisên (86) di encama krîza dil de li mala xwe ya Kobanê wefat kir.

(fr)

ANHA