Ji Lahor Şêx Cenkî û Qobad Talibanî de peyama sersaxiyê ji Mezlûm Ebdî re

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cenkî û cîgirê serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Qobad Talibanî peyama sersaxiyê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re ji bo wefata dayika wî, şand.

Ji Lahor Şêx Cenkî û Qobad Talibanî de peyama sersaxiyê ji Mezlûm Ebdî re
19 ÇILE, 2021   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Îşev, hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cenkî û cîgirê serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Qobad Talibanî peyama sersaxiyê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re ji bo wefata dayika wî ya bi navê Xezne Hac Hisên, şand.

Her duyan di peyama sersaxiyê de wiha got: "Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, me bi xemgînî agahiya wefata dayika we Xezne Hac Hisên a hevjîna Dr. Xelîl Ebdî bihîst. Bila serê malbata we sax be û bi hêviya serbir û aramiyê ne."

(fr)