Balafirên Rûsya çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê li herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê êrişên asîmanî pêk anîn. Ev yek hemwextî operasyona ewlehiyê ya hêzên hikumeta Şamê pêk tê.

Balafirên Rûsya çolistana Sûriyê bombebaran kir
19 ÇILE, 2021   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera balafirên şer ên Rûsyayê û pêkanîna êrişên asîmanî li dijî herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê, dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên rûsî ji saetên sibehê ve û heta vê kêliyê zêdetirî 20 êrişên asîmanî pêk anîne. Her wiha ragihand ku hêzên hikumetê û hêzên Feyleqa 5`an û Lîwa El-Qudis ên alîgirên hikumetê, operasyona ewlehiyê li ser rêya di navbera Dêrazor û Husmisê de, dewam dikin.

Ev operasyon û êrişên asîmanî piştî wendahiyên hêzên hikumetê yên di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî hêzên wan li çolistana Sûriyê de, pêk tên.

(cx)