Partiya Sûriya Pêşerojê: Efrîn ne herêmeke teorîstan bû û 200 hezar koçber hembêz dikir

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Ezîz Hesen got: “Efrîn a ku Erdogan îdia dike ku ew rizgar kiriye, ne herêmeke terorîstan bû. Rêveberiya Xweser a Efrînê 200 hezar koçberên ji herêmên Sûriyê pêşwazî kir."

Partiya Sûriya Pêşerojê: Efrîn ne herêmeke teorîstan bû û 200 hezar koçber hembêz dikir
19 ÇILE, 2021   13:46
 REQA

Îro, bi boneya salvegera 3`yemîn a êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Reqayê civînek ji gel re li dar xist.

Civîn li hola El-Tac a li başûrê Reqayê hate lidarxistin û bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, beşdarê bûn.

Di civînê de, endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Ezîz Hesen axivî û behsa dîroka Rojhilata Navîn û planên ku dewletên biyanî li ser Rojhilata Navîn saz dikin, kir.

Ezîz Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk îro dixwaze împeratoriya Osmanî vegerîne, vê xakê dagir bike û fitneyê di nava gelên herêmê de derxe da ku projeya wan têk bibe, her wiha hewl dide van herêman tev li xaka Tirkiyê bike, lê dê nikaribe wê yekê pêk  bîne.

Hesen wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk difikirî ku bi dagirkirina Efrînê dê projeya Rêveberiya Xweser li sernaserê herêmê têk bibe, lê belê ya bi binketî ew bû. Ji ber wê yekê, êrişeke din ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir, lê belê nikarîbû rêveberiya ku ji pêkhateyên herêmê pêk hatiye, têk bibe.”

Hesen daxuyand ku Efrîn ne herêmeke terorîstan bû da ku Erdogan wê rizgar bike wekî ku îdia dike û wiha domand: “Li Efrînê 200 hezar koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê hebûn, bi hev re jiyaneke hevbeş dijiyan û rêveberiya xwe bi xwe ava kiribûn. Wê rêveberiyê gef li ser ewlehiya tu aliyan çênedikir, lê belê  ew projeyek ji bo dûrxistina terorê ji herêmê bû.”

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Ezîz Hesen piştgiriya xwe bi şêniyên Efrînê re nîşan da û got: “Gelê Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê sozê didin gelê Efrînê ku dê heta rizgarkirina Efrînê li kêleka wan bin. Em sozê didin QSD`ê jî ku heta qewitandina dagirkeran ji hemû herêmên dagirkirî li kêleka wan bin.”

Piştre sinevizyonek li ser dîroka Sûriyê û sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê, hate pêşandin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PUgI_aIU-wg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>