Rûsya nûqteyek leşkerî li hember nûqteya nû ya dagirkeriya Tirk li Seraqibê ava kir

Hêzên Rûsyayê nûqteyek leşkerî li hember nûqteya leşkerî ya ku dagirkeriya Tirk li nêzî Seraqibê çêkiribû, ava kir. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê cihên çeteyan li herêmê "bê çek" topbaran kir.

Rûsya nûqteyek leşkerî li hember nûqteya nû ya dagirkeriya Tirk li Seraqibê ava kir
19 ÇILE, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê nûqteyek leşkerî li hember nûqteya dewleta Tirk li Seraqibê ava kir, her wiha nûqte 50 m dûrî cihên hêzên hikumeta Şamê ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên Rûsyayê endamên hêzên hikumeta Şamê ji wê deverê dûr xistin da ku navbera wan û çeteyên dewleta Tirk de şer çênebe. Di heman demê hêzên dagirkeriya Tirk çeteyên xwe jî ji wê deverê dûr xistin.

Berî du rojan dagirkeriya Tirk nûqteyek leşkerî nêzî gundê Afis a li bakurê bajarê Seraqibê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, ava kir.

Dagirkeriya Tirk çekên giran anîn  nûqteya nû. Her wiha ev nûqteya 65'an a ku dagirkeriya Tirk li herêmên "bê çek" ava dike.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikumeta Şamê, cihên çeteyên dewleta Tirk li herêmên "bê çek" topbaran kir.

Hêzên hikumetê şeva duşemê deverên li Filêfil, El-Barê, Bînîn, El-Fetîra yên li beşa başûrê gundewarên Idlibê û hin deverên li Sehil Xab a li bakur rojavayê Hemê bi moşkan hedef girt.

(dm)