Rojnameyên erebî: Rûsya soz dide Îsraîlê

Rojnameyên erebî vê sibê derbarê rewşa li Sûriyê, serdana Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk ji Iraqê re û aloziya Lîbyayê de nivîsî.

Rojnameyên erebî: Rûsya soz dide Îsraîlê
19 ÇILE, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

RÛSYA AMADE YE METIRSIYÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI SÛRIYÊ ÇARESER BIKE

Derbarê rewşa li Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh ragihand ku ew ê metirsiyên Îsraîlê yên li Sûriyê çareser bikin û nahêlin ku axa Sûriyê li dijî dewleta Îbrî bê bikaranîn.

Lavrov di civîna xwe ya çapemenî ya salane de li Moskovayê eşkere kir ku welatê wî pêşniyar ji Îsraîlê kiriye ku derbarê gefên ji aliyê Sûriyê ve yên li dijî Îsraîlê de Rûsyayê agahdar bike. Da ku Rûsya çareser bike û ji bo ku Sûriyê nebe qada şerên herêmî. Lavrov piştrast kir ku Rûsya naxwaze axa Sûriyê li dijî Îsraîlê were bikaranîn, an jî mîna ku gelek alî dixwazin bibe qada şerekî Îran-Îsraîlê.

Ev cara yekê ku Lavrov eşkere dike ku welatê wî pêşniyarek ji Îsraîlê re têkildarî veguhestina agahiyan girêdayî gefên muhtemel ên li dijî dewleta Îbrî, pêşkêş kiriye. Her wiha Moskova soza çareserkirina wan gefan jî daye.

Li aliyekî din Wezareta Derve ya Sûriyê agahiyên derbarê lidarketina hevdîtinan di navbera Sûriyê û Îsraîlê de derewandin.”

WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ DEWLETA TIRK LI IRAQÊ YE

Derbarê serdana Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk ji Iraqê re de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Duşemê, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hûlûsî Akar serdana Iraqê kir. Gelek çavdêran destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide ku rewşa leşkerî û ewlehî ya niha li ser Iraqê feriz bike.

Enqere ji bo ku vê hewldana xwe li Iraqê ferz bike, dibe ku hêzê bi kar bîne, operasyonên xwe yên leşkerî li hundirê Iraqê zêde bike û li ser mijarên sereke di serî de avê bi hikumeta serokwezîrên Iraqê Mistefa El-Kazimî re bazaran bike.

Çavdêrên iraqî destnîşan dikin ku ne dûr e hikumeta AKP`ê Iraqê li hemberî avê şantaj bike.

Dewleta Tirk rêgeza rêzdariya ji serdestiya dewletan re, binpê dike, baregehên leşkerî yên biçûk bi biryareke yekalî li bakurê Iraqê ava kirin û heta niha qebûl nake ku wan baregehan vala bike. Akar jî ragihand ku artêşa welatê wî amade ye, di warên têkoşîna li dijî terorê, perwerdeyê û rahênanên hevbeş de destek û şêwiriyê ji Iraqê pêşkêş bike.

DIYALOGA LÎBÎ…ERÊKIRINA LIDARXISTINA HILBJARTINAN Û BIDAWÎKIRINA PÊVAJOYA DEMKÎ

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Gelê Lîbyayê nêzî diyarkirina fermandariya rêveber ku pêşengiya pêvajoya demkî heta lidarxistina hilbijartinan dike, dibin. Şandeya Neteweyîn Yekbûyî (NY) ya ji bo piştgiriya Lîbyayê îro encamên dengdayîna duh ku di navbera endamên komîteya diyaloga siyasî de têkildarî makenîzmeya komîteya şêwiriyê ku di civîna Cinevê de hatibû erêkirin, eşkere dike. Nûnera taybet a serkereterê giştî yê NY`î ya li Lîbyayê Stephanie Williams online tev li diyalogê bi hezar lîbî re yên ji tevahiya herêmên Lîbyayê û ji derveyê Lîbyayê bû. x

 (şx)