Berdevkê qebîleya El-Şerabîn: Dîroka me bi têkoşîna hevbeş a li hemberî dagirkeran dagirtî ye

Berdevkê fermî yê qebîleya El-Şerabîn û êlên girêdayî wê yên li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdun bal kişand ser planên hevpar ên Rûsya, dewleta Tirk û hikumeta Şamê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got "Dîroka me bi têkoşîna hevbeş a li hemberî dagirkeran dagirtî ye."

Berdevkê qebîleya El-Şerabîn: Dîroka me bi têkoşîna hevbeş a li hemberî dagirkeran dagirtî ye
19 ÇILE, 2021   03:38
QAMİŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Herî zêde êrişî navçeyên Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê dikin.

Ruxmî lihevkirina agirbestê ku di navbera Rûsya, dewleta Tirk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de di Cotmeha borî de hatiye îmzekirin, lê dagirkeriya Tirk tevî ku QSD`ê bendên lihevkirinê pêk tîne û li gel bêdengiya Rûsyayê û hikumeta Şamê êrişên xwe didomîne. Gelek alî bêdengiya ji hêla Rûsya û hikumeta Şamê ve wek hebûna lihevkirinekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinirxînin.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdevkê qebîleya El-Şerabîn Mihemed Arif El-Hemdun der barê mijarê de wiha axivî: “Erdogan bavê ruhanî yê DAIŞ`ê ye. Fikrên wî mîna yê pêşiyên wî yên Osmanî tundraw in. Xwedî li komên xwîndar ku slogana wan kuştin û rijandina xwînê ye, derdikeve. Bi rêya hedefgirtina bajarokê Eyn Îsayê hewl dide projeyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne, herêmê lawaz bike, fitneyan derxe û pêlên koçberiyê zêde bike.”

El-Hemdun wiha domand: “Erdogan îdia dike ku aştî û ewlehiyê dixwaze, lê rastî ne wisa ye. Mînaka herî berbiçav jî,  komên tundraw û çeteyên ku şandin herêmên me. Da ku xêr û bereketa axa me talan bikin û ciwanên me bikujin. Di bin navê Artêşa Nîştimanî de, herêmên me dagir bike û siyaseta tirkkirinê bimeşîne.”  

El-Hemdun di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku bêdengiya dewletên têkildarî aloziya Sûriyê mîna Rûsya û hevalbenda wê hikumeta Şamê û Amerîkayê ya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî bajarokê Eyn Îsayê, îsbat dike ku armancên wan yek in û wiha domand: “Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya, hêzên alîgirên Rûsyayê rewabûnê didin dewleta Tirk ku herêmê dagir bike. Ew şirîk in.”

Berdevkê fermî yê qebîleya El-Şerabîn û êlên girêdayî wê yên li Sûriyê û Iraqê wiha domand: “Ew hêzên li herêmê berpirsên bûyerên li Eyn Îsayê ne û em dagirkeriyê red dikin. Ew berpisên wêranî û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên herêmê ne. Wan derfet da dewleta Tirk ku planên xwe pêk bîne. Çi bi serê kê tê, ne xema wan e, tenê dixwazin bazirganiya çekan bi pêş bixin.”

El-Hemdun piştrast kir ku tenê bi yekitiyê wê tevahiya planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê bandor bibin û wiha got: “Em hemû yek in, di navbera me de têkiliyên civakî, çandî û dîrokeke bi têkoşîna li hemberî dagirkerên osmanî û fransî dagirtî, heye. Bi rêya wê têkoşîna hevpar me axa xwe ji dagirkeran rizgar kir û ewlehî da rûniştandin. Em dagirkeriyê red dikin.”

‘XWEDÎDERKETINA LI QSD’Ê RÊYA TUNEKIRINA DAGIRKERAN E`

El-Hemdun bang li rûspiyên êlan kir ku bi rola xwe rabin, giyanê welatparêziyê di nava şêniyên herêmê de xurt bikin û asta berxwedanê mezin bikin, wan ji fikrên tundraw ên çeteyan dûr bixin û li dora QSD`ê kom bibin û piştgiriya wan bikin.

El-Hemdun wiha berdewam kir: “Êşa me yek e. Pêwîstiya me bi çîna ciwanan heye ku axa xwe biparêze. QSD nûnera rewa ya hemû gelê Sûriyê ye. Ew ji pêkhateyên herêman pêk tê û ji bo parastina wê li ber xwe dide. Vê hêzê gelek destkeftî bi dest xistin û bi tunekirina DAIŞ`ê re sûd li cîhanê hemû kir.”

El-Hemdun di dawiya de bang li Komkara Erebî û hikumeta Misirê kir ku helwestên cidî li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, bigirin û dagirkirinê rawestînin û wiha aixvî: “Ev axa me ye. Em dagirkeriyê qebûl nakin. Em ji wan bi hêztir in û vîna me ji wan xurttir e. Êlên herêmê hemû amade ne û dê axa dagirkirî rizgar bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jM925UrzG7w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>