‘Rêjeya sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, ji ya belgekirî zêdetir e’

Rêxistinên jinan piştrast kir ku asta sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, ji asta ku rêxistinên hiqûqî yên li wir çalak in, belge kirine, zêdetir in. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku komîteyên lêpirsînê ji bo belgekirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin, bişînin wan herêman.

‘Rêjeya sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, ji ya belgekirî zêdetir e’
19 ÇILE, 2021   04:51
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ruxmî ku rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan hewl didin sûcên şer ên ku dagirkera Tirk li dijî jinan li Efrînê pêk tînin, belge bikin û wan dişînin Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên têkildarî mafên jinan û mirovan, lê ew rêxistin wan raporan paşguh dikin û nakevin nava tevgerê.

Sûc û zêdegaviyên dewleta Tirk ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî rastî nerazîbûnên jinan û çalakvanên siyasî tên.

Girêdayî mijarê endama Rêveberiya Kongreya Star Gulistan Gulo got: “Dema dewleta Tirk herêmekê dagir dike, di radeya yekemîn de jinan dike armanc. Roj bi roj sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî zêde dibin.”

Gulistan piştrast kir ku êrişên dagirkera Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sêrî de bandorê li jinan kir, zarok û jin bûn qurbaniyên wan êriş û sûcan. Gulistan wiha domand: “Jin li Rojava, li dijî sûcên dagirkera Tirk hetim li ber xwe didin. Divê axa dagirkirî were rizgarkirin, da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bê girtin, maf û azadiya wê werin parastin.”

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê di demeke berê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî belge kiribûn û ev agahî parve kiribû: “55 jin hatin kuştin, 140 jin hatin revandin û 497 jin rastî tundiyê hatine”

BIKARANÎNA JINAN

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat der barê mijarê de wiha axivî: “Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, hedefgirtina jinan ji hêla dagirkeran ve zêde bû. Li gorî qanûnên navneteweyî, sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinan pêk tîne ji kuştin, revandin û îşkencekirin, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Lîna wiha domand: “Raporên rêxistinên hiqûqî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ne temam in. Hejmara sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, ji hejmara ku behsa wê tê kirin, zêdetir e. Komîte û saziyên lêpirsînê nikarin bigihêjin wan herêman.”

Lîna destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zanabûn jinan dike hedef û wiha berdewam kir: “Bi rêya hedefgirtina jinan dixwaze civakê bitirsîne. Heman sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan pêk tîne. Ji xwe dewleteke terorîst e û armanc dike vîna jinan bişikîne.”

Lîna bal kişand ser dîmenên ku li ser malperên tevna civakî hatine belavkirin ên têkildarî jinên revandî ku çawa dewleta Tirk wan bi kar tîne û got: “Dewleta Tirk zewaca cîhadê li dijî jinên revandin pêk tîne û wan dişîne Lîbyayê.”

Lîna di dawiya gotinên xwe de got ku divê hemû jinên li cîhanê serî li hemberî sûcên dagirker û tundiya li dijî jinan serî hildin û wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Ji bo ku em piştgiriya wan jinên li herêmên dagirkirî bikin, divê em her tim banga derketina dagirkeriyê ji herêmên xwe bikin û banga mafên wan jinan bikin. Divê sûcdarên sûcên li dijî jinan di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3EnDo-74urE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>