Şêniyên Efrînê li dijî dagirkeran meşek li dar xist

Şêniyên Efrînê piştrast kir ku ew ê berxwedana xwe dewam bikin heta ku dagirer ji warê wan werin derxistin. Her wiha destnîşan kir ku êrişa li dijî Efrînê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Şêniyên Efrînê li dijî dagirkeran meşek li dar xist
17 ÇILE, 2021   13:54
ŞEHBA

Meclisa kantona Efrînê meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Ehres, Ehdas û Kampa Serdemê tev li meşê bûn. Meş bi boneya salvegera 3`yemîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê û berxwedana şêniyan li dijî êrişan, hat lidarxistin.

Şênî tevî rewşa hewayê û baranê li ser rêya di navbera Kampa Serdem û gundê Til Qerah ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê de kom bûn.

Meş li qada kKampa Serdem veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Asiya Ebid axivî û got Rûsya û civaka navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê û sûcên li dijî niştecihên herêmên dagirkirî ne.

Asya îşaret bi berxwedana şêniyên Efrînê kir û piştrast kir ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û li hember hemû rewşên zehmet bisekinin heta Efrînê ji destê dagirker û çeteyan rizgar bikin.

Her wiha endama Kongreya Star a herêma Efrînê Nemet Elîko behsa rola girîng a jinan di berxwedana Efrînê de kir û wiha got: "Berxwedana Serdemê şahidê rola sereke ya jinên Efrînê di eniyên şer de li dijî çeteyên artêşa dewleta Tirk e."

Namet got rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker dê bi pêşengiya jinên azad pêk bê.

Paşê endamê Meclisa Kampa Serdemê Reşîd Qeblan diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Efrînê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Qeblan piştrast kir ku ew li ser rêya neteweya demokratîk dimeşin û ew ê bi rihê berxwedan û têkoşînê Efrînê rizgar bikin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dqautBDjck0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>