​​​​​​​Li Şengalê 8 leşkerên Iraqê û sivîlek bi bermahiyên DAIŞ`ê mirin

Li gundekî Şengalê 8 leşkerên Iraqê û sivîlek bi mayîna ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê mirin.

​​​​​​​Li Şengalê 8 leşkerên Iraqê û sivîlek bi bermahiyên DAIŞ`ê mirin
17 ÇILE, 2021   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Şerayhî Bakur dema ku leşkerên Iraqê hewl didan bombeyê betal bikin, teqîn çêbû. Li gorî çavkaniyên herêmî di teqînê de 8 leşkerên Iraqê û sivîlek mirin.

Tê texmînkirin ku dema çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kiribûn, ev mayîn hatin çandin.