Di operasyona li çolistana Sûriyê de 10 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di operasyona biewlekirina rêya Dêrazor-Humisê de, 10 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên ji Lîwa El-Quds ên alîgirên wan bi mayinên çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Di operasyona li çolistana Sûriyê de 10 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
17 ÇILE, 2021   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh sibehê komên Lîwa El-Quds û Feyleqa 5`an ên alîgirên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê dest bi operasyoneke ewlehiyê ji bo ewlekirina rêya Dêrazor-Humisê kir. Operasyon piştî çalakbûna çeteyên DAIŞ`ê ku gelek kemîn li ser rêyê pêk anîn, hate destpêkirin.

Hemwextî wê yekê, balafirên şer ên Rûsyayê destek da operasyona ku ji Kebacib û El-Şola yên rojavayê Dêrazorê û heta El-Sexneyê ve hatiye destpêkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawîn de 10 endamên hêzên hikumetê û komên alîgirên wan bi mayinên ku çeteyên DAIŞ`ê li herêma El-Tîba ya girêdayî El-Sexne li rojhilatê Humisê çandine, hatine kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê zêdetirî 40 êrişên asîmanî li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolilstanê pêk anîbûn. Tevgera balafiran li asîmanê herêmê hîna dewam dike.

(cx)