‘Divê civaka navneteweyî li hemberî dijminahiya li ser herêmê tavilê bikeve nava tevgerê’

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeyê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li ser sivîlan tavilê bikevin nava tevgerê.

‘Divê civaka navneteweyî li hemberî dijminahiya li ser herêmê tavilê bikeve nava tevgerê’
17 ÇILE, 2021   13:26
EYN ÎSA

Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan li Eyn Îsa Welat Sencar daxuyanî xwend û tê de êrişên dewleta Tirk û topbarana li ser malên sivîlan û tirsandina şêniyan, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êriş li gel paşguhkirina civaka naveteweyî û Rûsyayê pêk tên ku bi wê yekê hevkariya Rûsyayê bi dagirkeriya Tirk re diyar dibe.

Mcelisê di daxuyaniya xwe de destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk a li gorên şehîdan ên li herêmên dagirkirî şermezar kir û ew yek bi kiryareke neexlaqî bi nav kir.

Beriya çend mehan ajansa me, destdirêjiya çeteyan a li gorên şehîdan li Goristana Şehîd Mehmûd Taimê ya li gundê Tenhoze yê Girê Spî, belge kiribû.

Di daxuyaniyê de her wiha berxwedana şervanên QSD`ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dixwazin herêmên din dagir bikin, hate silavkirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li hemberî êriş û destdirêjiyên li ser herêmê tavilê bikeve nava tevgerê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-fsT1PhJNOo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>