Li Şehbayê dagirekeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin

Bi durişmeya "Sonda me, em ê faşîzmê têk bikin û Efrînê rizgar bikin", Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, li dijî dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê ku ket sala xwe ya sêyemîn de meşek li dar xist.

Li Şehbayê dagirekeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin
16 ÇILE, 2021   15:25
ŞEHBA

Bi pêşengtiya malbatên şehîdan, bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina dagirkirina Tirk a li Efrîn ku ket sala xwe ya 3'an de meşek li dar xist. Meş li ser rêya gundên Um El-Hoş a Şehbayê dest pê kir. Şêniyan wêneyên şehîdan, posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên zarokên komkujiya Til Rifetê hilda bûn û pankartên şeremzarkirina dewleta Tirk a dagirker û "Sonda me em ê faşîzmê têk bibin û Efrînê rizgar bikin" vekirin.

Meş ber bi gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê ve dewam kir û diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê  hatin berzkirin.

Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qirahê rawestiya û deqeyeke rêz hate girin.

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, cîgirê hevserokatiya meclisê Hesen Berko axivî û îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên 20'ê Çileya 2018'an li ser Efrîn û diyar kir ku dewleta Tirk di êrişan de hemû çekên giran û balafir bi kar anîn, bi dehan komkujî li dijî sivîlan pêk anîn.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a kantona Şehbayê, Hevseroka Desteya Aborî Hêvîn Reşîd destnîşan kir ku meha Çileyê de meheke reş e, tê de her sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla li Parîsê hatin qetilkirin, her wiha damezrînerê YPG'ê Xebat Dêrik ku meşeleya Şoreşa Rojava ye şehîd bû, di heman mehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir.

Di axaftinan de berxwedana QSD, YPJ û YPG'ê hate silavkirina û soza şopandina rêya şehîdan ta rizgarkirina herêmên dagirkirî hate dayîn.

Meş bi diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dx)

ANHA