Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin

Li gelek bajar û navçeyên kantona Qamişloyê salvegera 16`emîn a damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin.

Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
Li gelek bajaran salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin
16 ÇILE, 2021   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 16`emîn a damezirandina Kongreya Star li bajarên kantona Qamişlo şahî hatin lidarxistin. Bi sedan jin bi cilên folklorî tev li şahiyan bûn.

QAMIŞLO

Şahî bi dirûşmeya "Na ji qirkirin û dagirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparzên" li hola Rewabî ya li bajêr hat lidarxistin. Li hola şahiyê wêneyên rêber Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û YPJ`ê hatin daliqandin.

Di şahiyê ji rêveberên Kongreya Star a bajarê Qamişlo Hindrîn Xelîl axivî, salvegera 16`emîn a damezirandina Kongreya Star li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Kongreya Star girîngî da rêxistinkirina jinan. Xwe gihand jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên Rojhilata Navîn jî. Dikarîbû jinan di nava civakeke demokratîk, azad de ji zihniyeta baviksalî, bi rêxistin bike."

Hindrîn pişterast kir ku serkeftinên ku kongreyê bi dest xistine berhemên fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Kongreya Star ji bo pêşxistina jinan di aliyên rêxistinî, rêveberî û siyasî de kedeke mezin da, bi vê yekê jinan asta têkoşînê bilind kir û bi xurtî beşdarî saziyên Rêveberiya Xweser bûn."

Hindirîn Xelîl soza şopandina rêya şehîdan da û got, dê asta têkoşînê bilindtir bikin da ku armancên xwe yên avakirina civakeke azad û demokratîk bi cih bînin.

Piştî axaftinan, xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî û gelerî hatin gerandin. Şahî bi diruşmeyên   "Jin, jiyan û azadî " û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

TIRBERSPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî bi beşdarbûna bi deah şêniyên navçeyê û jinên ji pêkhateyên cûda şahiyeke ji aliyê Kongreya Star ve hate lidarxistin.

Şahî li hola Siyahî ya bakurê navçeyê hat lidarxistin.

Di şahiyê de ji rêvberên Kongreya Star a kantona Qamişlo Ibtîsam Hesen salvegera 16`emîn damezirandina Kongreya Star li hemû jinên cîhanê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Ibtîsam tekez kir ku dê ji bo rizgarkirina hemû jinên cîhanê têbikoşin.

Paşê koma Şehîd Botan û koma Şehîd Xebat stranên şoreşgerî gotin û govend hat gerandin.

ÇILAXA

Li navenda Çand û Huner a herêma Inaş a başûrê navçeya Çilaxa jî şahî hat lidarxistin.

Jin û şêniyên navçeyê tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Çilaxa Semer Mûbarek axivî û salvegera damezirandina Kongreya Star li hemû jinên cîhanî pîroz kir. Semer di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi damezirandina rêxistinên re jinan xwe di hemû aliyên jiynê de bi rêxistin kir, hebûna xwe di civakê de îsbat kir û mafên xwe bi dest xist.

Semer der barê rola Kongreya Star di civakê de got hemû jin berê xwe didin wan da ku wan ji qeydên ku li ser wan hatine ferzkirin, rizgar bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Girkê Legê şahiyeke hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Kongreya Star a Girkê Legê Esma Murad axivî, cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û salvgera damezirandina Kongreya Star li tevahî jinan pîroz kir.

Esma Murad got: "Jinên heêrmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşiya, bi sedan jî di oxira azadiyê û bidestxistina mafên xwe de cane xwe dan."

Esma Murad di dawiya axaftina xwe de sopza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em ê li ser xeta şehîdan bin heta serkeftinê mîsoger bikin."

Piştre Koma Alanya ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran stranên netewî gortin, beşdaran li ser stranan govend gerandin.

DÊRIK

Bi heman armancê, Kongreya Star li Hola Şînav a bajarê Dêrikê bi beşdarbûna bi sedan jinan şahiyek li dar xist. Hola şahiyê bi wêneyê şehîdan û alên Kongreya Star hatibû xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Kongreya Star a Dêrikê Hediya Abdullah salvegera 16'an a damezirandina Kongreya Star li beşdaran pîroz kir û got: "Divê jin ji zilm û koletiyê, werin rizgarkirin, bi taybet jinên li herêmên dagirkirî."

Di dawiyê de Koma Cûdî stranên şoreşgerî gotin û li ber stranan xelekên govendê hatin gerandin.

ANHA