Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin

Di merasima oxirkirina şehîd Mehmûd Kirêt a li bajarê Hesekê de, soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Her wiha di merasîman de nasnemaya du şehîdan hate eşkerekirin.

Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Hesekê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya du şehîdan jî hate eşkerekirin
16 ÇILE, 2021   13:38
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Mehmûd Kirêt (Fehid) şervanê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ê ku li emparên El-Mêlbiyê de şehîd bûbû, oxir kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Fehid ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajêr wergirtin û bi karwanekî ku bi dehan erebeyên bi wêneyên şehîdan xemlandî pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve çûn.

Li goristanê, piştî toraneke leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate lidarxistin, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed axivî û got:" Wê dîrok bibe şahîdê şehîdên ku di oxira azadî û rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, canê xwe feda kirin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê jî fermandar Birûsk Hesekê axivî û sersaxî ji malbata şehîd Fehid re xwest û got:" Şehîdan ji me re çirûska azadiyê vêxist".

Birûsk Hesekê got:" Em soz didin hemû malbatên şehîdan ku rêya zarokên wan heta ku bighêjin azadî, jiyana hevbeş û hemû armancên şehîdan bişopînin ".

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata wî kir.

Her wiha di merasîma de nasnameya 2 şehîdên QSD'ê şehîd Abdullnasir Heloş (Dilşêr Menacîr) û şehîd Xelîl Hemdo (Agirî Menacîr) ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, hate ragihandin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, hate oxirkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Lyapc8koQBs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>