Endamekî Free Burma Rangers: Sûcên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê yek in

Endamekî rêxistina Free Burma Rangers diyar kir ku sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî û sûcên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku berê dagirkirbûn yek in. Her wiha bang li hikumeta Amerîkayê kir ku herêmê ji şeran biparêze.

Endamekî Free Burma Rangers: Sûcên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê yek in
16 ÇILE, 2021   13:17
 HESEKÊ-DIYAR EHMED

Rêxistina Free Burma Rangers ya Amerîkayê; rêxistinek ne girêdayî hikumetê ye û ev 2 salan in li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite.

Rêxistin derbasî herêmên şer û eniyên şer dibe da ku alîkariya sivîlan bike.

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinê roleke girîng di belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker de lîst û desteka tenduristî ji şêniyên herêmê re pêşkêş kir.

Tîma rêxistina Free Burma Rangers serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir û bi berdevkê meclisê Aram Henna re rewşa heyî, êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê nîqaş kirin.

Endamê rêxistinê Sky Barclay ji ANHA`yê re axiv û got: “Sala 2016`an ez tev li rêxistinê bûm. Rêxistin roleke sereke di piştgiriya sivîlên li eniyên şer de lîst. Ji ber ku rêxistinên din derbasî eniyên şer nabin.”

'SÛCÊN DEWLETA TIRK Û YÊN DAIŞ`Ê YEK IN'

Sky Barclay wiha dewam kir: “Hemû, şaştiyên ku di êrişên dewleta Tirk û komên girêdayî wê de û yên êrişên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê çêbûne, dizanin. Jin û zarok ên herî zêde zirarê dibînin.”

Sky Barclay da zanîn ku ew wekî rêxistina Free Burma Rangers ji wan re diyar bû ku sûcên dewleta Tirk û sûcên DAIŞ`ê yên li dijî sivîlan yek in.

Sky Barclay ê ku li Musilê salên di navbera 2016 û 2017`an de şerê DAIŞ`ê kiriye destnîşan kir ku rêgeza çeteyên artêşa Tirk a dagirker mîna rêgeza çeteyên DAIŞ`ê ye, ew sivîlan digirin û wek mertalên zindî bi kar tînin û nahêlin sivîl biçin herêmên ewle.

Sky Barclay wiha berdewam kir: “Em hîna pris dikin gelo aliyên ku desteka çeteyên dagirkera Tirk dikin kî ne?.”

KONTROLKIRIN

Derbarê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên domdar ên li dijî navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê li gel lihevkirinên agirbestê yên navneteweyî de Sky Barclay got: “Agahiyên me girêdayî van lihevkirinan zêde tune ne. Lê ez hêvî dikim ku rêveberiya hikumeta Amerîkayê rewşa li wan herêman kontrol bike.”

'TÎMEKE HERÊMÎ KU PIŞTGIRIYA SIVÎLAN DIKE'

Têkildarî projeyên bê yên rêxistinê li herêmê Sky Barclay ev agahî parve kir: “Di rojên bê de wê projeyên me li herêmê pêk werin. Jê ya herî girîng, avakirina tîmeke herêmî ku piştgiriya sivîlan li eniyên şer bike.”

Sky Barclay di dawiyê de peyamek şand ji hikumeta Amerîkayê û got: “Ji ber ku em li gorî perspektîvên pêxember Îsa diçin, hêvî dikim ku hikumet vegere wan perspektîvan. Ez bang li hikumeta Amerîkayê dikim ku sivîlên li Rojava û herêmê ji şeran biparêze da ku şênî di nava ewlehiyê de bijîn.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VzQGTZsxQJY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>