Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî: Dagirkirina Efrînê berpirsyartiya civaka navnetewî ye

Rêxistinên civaka sivîl ên Efrîn û Şehbayê û partiyên siyasî êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê û guhertinên demografî şermezar kir.

Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî: Dagirkirina Efrînê berpirsyartiya civaka navnetewî ye
16 ÇILE, 2021   13:12
ŞEHBA

Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî îro bi daxuyaniyekê got ku êrişên li ser Efrînê pêk hatine wekî tolhildana têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li Kampa Serdem a kantona Şehbayê kom bûn. Ji rêveberên rêxistinên civaka sivîl Hisên Welo daxuyanî xwend û behsa hevgirtina li Efrînê beriya ku ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin, kir û wiha got: "Bajarê Efrînê bajarê aştî û aramiyê bû. Bi hezaran ji gelê Sûriyê û ji pêkhateyên cûda her wiha kesên ku ji ber şerê li Sûriyê direviyan, hembêz dikir."

Hisên Welo wiha domand: "Balafiran 73 caran her bihusteke ji kantonê bombebaran kir. Tirs di dilê zarok û jinan de çêkir. Tankên dewleta Tirk û topên wê laşên sivîlan parçe kirin. Komên çekdar ên îslamî ku çeteyên DAIŞ`ê wan bi rêve dibin êriş kir. dewleta Tirk çeteyên ku di şerê rêxisina terorîst de têk çûne, hembêz kirin, çek dane wan, perwerde kirin û wan ber bi Efrînê şandin da ku tola rêxistinê(DAIŞ) hilînin. Dewleta Tirk xeyalên vejandina serdema Osmanî li ser vê rêxistinê ava kirin.”

Hisên Welo behsa berxwedana şêniyên Efrînê kir û wiha dewam kir: "Berxwedana bêhempa ya ciwanan Efrînê 58 rojan domand. Di dîrokê de berxwedana kantoneke ku mîna gundekî ji gundên Tirkiyê ye nehatiya qeydkirin. Parazvanên wê tenê çekên biçûk di destên wan de bûn û bi îradeyeke pir xurt li hember duyemîn hêzên xurt ên NATO`yê, sekinîn."

Hisên Welo piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk di nava bêdengiyeke navdewletî de pêk hatin, vê yekê hişt ku dewleta Tirk hemû çekên qedexekirî bikar bîne û wiha berdewam kir: " Tu tişt ji êrişên dagirkeran ne filitîn, şûnwar, cihên pîroz li kantonê hatin wêrankirin, ji ber wê jî diviyabû ku rêveberên Rêveberiya Xweser parastina jiyana sivîlan bikin, wan ji kantonê derxin, ber bi kantona Şehbayê ve bişînin û di kampan de bijîn.

Hisên Welo di daxuyaniyê de behsa guhertina demgrafîk û bicihkirina çeteyan kir û ev tişt got: "Hêzên dagirker plana guhertina demgrafiya kantonê didomîne. Bi hezeran malbatên çeteyan ji hundirê Sûriyê her wiha yên tirkmen, îgor û çeçenistan li kantonê bicih kirin û niştecihên wê yên resen ji malên wan derxistin."

Di dawiyê de Welo bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û dewletên xwedî bandor kir ku erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin, zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ku dagirkirina Efrînê bidawî bike û şêniyên wê li warê xwe vegerin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê, bidawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kd8lAOy73Lk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>