Polîsên Almanyayê toreke ku desteka terorîstên li Sûriyê dike, girt

Polîsên Almanyayê hin kesên ku bi desteka çeteyên Tehrîr El-Şam hatine tawanbarkirin û hin kesên tirk ji ber tawana finanskirina terorê bi rêya Tirkiyê, girtin.

Polîsên Almanyayê toreke ku desteka terorîstên li Sûriyê dike, girt
16 ÇILE, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera almanî Deutsche Welle, hêzên polîsa Almanyayê di çarçoveya lêpirsîna toreke ewropî ku terora li Sûriyê bi rêya Tirkiyê finans dike, gelek "terorîst" girtin.

Kesê tawanbarkirî ku dozgeriyê bi navê Irman K. nîşan daye, bi komkirina alîkariyan li Ewropayê bi rêya malperekê ku ava kiriye ji bo çeteyên Tehrîr El-Şam a sûrî hatiye tawanbarkirin.

Li gorî heman malperê, Irman K. tê îdiakirin ku di Nîsan û Gulana 2020`an de têkiliyên wî yên yekser bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re hebûn. Ondîr E. jî bi çûyîna ji Tirkiyê re ji bo desteka komê hatiye tawanbarkirin.

(dm)