Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekîneyên Parastina Gel û şandeyeke desteyên Rêveberiya Xweser şehîd Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta wî de bi bîr anî.

Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
14 ÇILE, 2021   12:46
QAMIŞLO

Îro, salvegera 9`emîn a şehadeta yek ji damezirînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mehmûd Remedan Mihemed (Xebat Dêrik) e.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û şandeyeke desteyên Rêveberiya Xweser berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê û şehîd Xebat di salvegera 9`emîn a şehadeta wî de bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd wiha axivî: “Em çi qasî behsa têkoşîn, berxwedan, welatparêzî û kesayeta şehîd Xebat bikin jî, em ê kêm bimînin. Ew di ciwantî û rêwîtiya xwe ya têkoşînê de xwedî hestên welatparêziyê yên bilind bû.”

Mehmûd got şehîd Xebat êş, azar, rastiya gelê Kurd dizanîn û li xwe jiyana teslîmkariyê qebûl nekir û wiha domand: “Di demekê de ku dewleta dagirker hewl dida gelê Kurd qir û înkar bike û dîrok û zimanê wî tune bike, şehîd Xebat ruhekî welatparêz di gel de ava kir.”

Mehmûd her wiha îşaret bi rola şehîd Xebat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de kir û got: “Şehîd Xebat bingeha şoreşê danî da ku gel bi azadî û bi rûmet bijî.”

Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide nasnameya gelê Kurd înkar bike, lê belê bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin parastin û planên li dijî şoreşê hatin têkbirin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger jî şehîd Xebat bi bîr anî û wiha axivî: “Di kesayeta şehîd Xebat de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Da ku xwedî li rêwîtiya şehîdan derkevin, pêwîst e her kes têkoşîn û berxwedana şehîd Xebat û hemû şehîdan nas bike.”

Zelal wiha axaftina xwe domand: “Wesiyeta şehîdan ew e ku xaka me bê rizgarkirin, gel bê parastin û jiyaneke azad û birûmet bê afirandin. Ji lew re, divê em heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşînê dewam bikin.”

Birayê şehîd Xebat, Hisên Remedan jî soza şopandina rêya şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdan da.

Piştî axaftinan, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd semboleke YPG`ê da malbata şehîd Xebat. Malbata Xebat Dêrik jî wêneyeke şehîd Xebat wek bîranîn da Nûrî Mehmûd. Di dawiya merasîmê de gul danîn ser gora şehîd Xebat.

(cx)

ANHA