11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn

Di roja 3'yemîn a çalakiya konvedanê de ya li bajarê Hesekê ji bo piştigiriya berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk, 11 şande beşdarî çalakiyê bûn.

11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn
11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn
11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn
11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn
11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn
11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn
11 şande beşdarî konê çalakiyê yê li Hesekê bûn
14 ÇILE, 2021   12:55
HESEKÊ

Çalakiya konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana girtîgehan, teqez em ê bi ser bikevin" li dar xistiye ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî ku 45 roj e di greva birçîbûnê de ne, di roja 3`yemîn de dewam dike.

Îro jî gelek şandeyên ji endamên meclisên navçeyên Til Temir û Zirganê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û şandeyên ji endamên komîteyên meclisên kantona Hesekê, mamoste û endamên Desteya Tenduristiyê ya bajêr, beşdarî çalakiyê bûn.

Li konê çalakiyê, cîgirê hevserokê meclisa navçeya Til Temirê Mehmûd Birêc, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Temirê Kemal Mihemed û endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Zirganê Taha Îso, axivîn.

Birêc bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê û li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Birêc wiha got: “Em piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiyê dikin. Heta bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Birêc her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û dewletên mezin û bi taybet Rûsya, li hemberî binpêkirinên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu bertekan nîşan nadin.

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Til Temirê Kemal Mihemed got: "Dê ciwan li hemberî van êrişên hovane yên faşîzma Tirk û çeteyên wê li ser herêmên me ku dixwazin vîna me bişikînin û projeya biratiya gelan a li gorî raman û felsefeya rêber Ocalan têk bibin, bisekinin." 

Taha Îsa jî berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de silav kir û got: "Em ê piştgiriya vê berxwedana mezin a ku hevalên me di girtîgehên Tirkiyê de dest pê kirine, bidomînin."

Îsa destnîşan kir ku armanc ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li dijî navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê ew e ku li tevahiya herêmê guhertina demografîk pêk bîne.

Tê payîn ku sibê gelek şande û di nav de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeyên Şedadê û Erîşe, beşdarî konê çalakiyê bibin.

(dm, dx)

ANHA