​​​​​​​Kesên nenas sivîlek li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kuşt

Kesên nenas sivîlek li gundekî girêdayî bajarokê Şehîl ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kuşt.

​​​​​​​Kesên nenas sivîlek li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kuşt
13 ÇILE, 2021   14:44
 DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hinek kesên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, gule li welatiyê bi navê Ayiş Ismaîl El-Îdan (35) li ser rêya giştî yê gundê Birîha yê li bajarokê Şehîl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê berand. Di encamê de Ayiş El-Îdan hate kuştin.

Piştî bûyerên Hêzên Ewlehiya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir.

(şx)

ANHA