Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk ji bo bîranîna şehîdan panelek li dar xist

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ji bo bîranîna şehîdan li Reqayê panelek li Navenda Çandê ya li bajêr li dar xist.

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk ji bo bîranîna şehîdan panelek li dar xist
Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk ji bo bîranîna şehîdan panelek li dar xist
Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk ji bo bîranîna şehîdan panelek li dar xist
Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk ji bo bîranîna şehîdan panelek li dar xist
13 ÇILE, 2021   14:37
 REQA-EHMED EL-ELÎ

Panel bi vêxistina mûman li ber wêneyên şehîdan dest pê kir. Nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê û endamên Partiya Nîştimanî ya Demokratîk tev lê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Yihya Mehmûd axivî û got: “Şehîd mînareyên nifşan in. Welat bi fedekariya şehîdan ava dibe.”

Mehmûd wiha domand: “Partiyên siyasî wê şopdarên şehîdan bin ku Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin. Divê kesên li aliyê dijmin in, li xwe vegerin û nebin sîxur.”

Paşê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Maşî, Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê hevseroka yekitiyê Rîm Hemûd, Partiya Komarparêz a Kurdistanê Mîdya Silêman axivîn û fedekariyên şehîdan silav kirin û diyar kirin ku şehîd ji bo gelan çirûska ronahiyê ye.

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê Zuleyxa Ebdî wiha axivî: “Ji bo ku li Sûriyê tevgereke siyasî hebe, şehîdan canê xwe feda kir. Partiya Sûriya Pêşerojê û partiyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê xebatên xwe ji bo pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî bidomînin.”

Zuleyxa di berdewama axaftina xwe de mudexeleyên dewleta Tirk ên di herêmê de şermezar kirin. Her wiha bang li gelê Tirk kir ku tê gihêjin siyasetên Erdogan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê aştiyê ji bo gelê Tirk re dixwaze.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y4wX76GlhNk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>