Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev topbaran dikin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ‘El-Fetih El-Mûbîn’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hev ên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran dikin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev topbaran dikin
13 ÇILE, 2021   10:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku navê ‘Odeya Operasyonên El-Fetih El-Mûbîn’ li xwe dikin, vê sibehê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora eniyên li başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê şeva din û vê sibehê deverên li Kensefra, Sifohin, Fatîre, Filêfil û Mecidlêya yên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin û agahiyên têkildarî windahiyên canî hene.

SOHR`ê duh ragihandibû ku 3 çeteyên Huras El-Dîn li derdorê Sehil Xab bi mayinan hatine kuştin, ku hewl didan bikevin nuqteyên hêzên hikumeta Şamê.

SOHR`ê her wiha piştrast kiribû ku hêzên hikumetê derdora Kebane ya gundewarên Lazîqiyê, derdora Sehil Xab a gundewarên bakurê Hemayê û gund û bajarokên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, topbaran kirine.

(cx)