​​​​​​​Kampanyaya nameyan ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir

KCDK-E'yê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bang kir ku e-maîl û nameyan ji sekreterê giştî yê NY'yê Antonio Guterres re bişînin û got “Ji bo ku em bi sed hezaran e-maîl û nameyan bişînin, seferber bibin.”

​​​​​​​Kampanyaya nameyan ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
13 ÇILE, 2021   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê di daxuyaniya xwe de Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATU) silav kir, ji bo name ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re werin şandin, banga seferberbûnê kir.

KCDK-E'yê destnîşan kir ku li hemû cîhanê tê qebûlkirin ku ramanên rêber Abdullah Ocalan çareseriyê tînin û ji bo vê jî kampanya û xebatên navneteweyî têne kirin.

KCDK-E'yê kampanyayên sendîkayên karker ên Ingilîz, kampanyaya Insîyatîva “Ji Ocalan re azadî” ku ji Ewropa, heta bi Rojhilata Dûr, Ewûstralya, Emerîkayê ji hêla nivîskarên ku xebata Nobelê standine, akademîyen û şexsiyetên navneteweyî di nav de cih digirin bi bîr xist û diyar kir ku ev kampanya û xebat didomin.

Her wiha hate gotin: “Gelên cîhanê, jin, hawîrdorparêz, dilxwazên aştiyê, sazî û dezgehên mirovî, sendÎkayên karker û kedkaran vê felseeya Rêber Apo hêza çareseriyê ya li Kurdistanê û herêmê dibînin, her wiha dibînin ku li dijî şer wekheviya nav gelan û li dijî dîktatroyê wê demokrasiyê geş bike. Ji bo ku bi vê rola xwe bilîzin dizanin ku divê Rêber Apo azad be û ji bo vê ji Rêber Ocalan re azadiyê dixwazin.”

KCDK-'yê kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” ya sendîkayên Ingilîz Unite the Union û GMB'ê ku bi milyonan endamên wan hene bi bîr xist, diyar kir 30 sendîka destekê dide vê kampanyayê û li Ingiltere û Gallerê dengekî zêde derxistiye.

KCDK-E'yê bi bîr xist ku Insiyatîfa Ji Ocalan re Azadî diyar kiriye li Kurdistanê û Tirkiyê ji bo ku aştî dest pê bike divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û wiha pê de çû: “Ji ber ku şer pêşî li dijî Ocalan ê ku aştiyê dixwaze dest pê kiriye. Ji ber vê, kampanyaya “Niha dema wê ye, demildest ji Ocalan re azadî” Cotmeha 2020'an dane destpêkirin. Gotin, ew hemû sazî, rewşenbîr, şexsiyet, rêxistinên ku aştî, demokrasî, dadmendî û azadiyê dixwazin vedixwînin ku tevlî kampanyayê bibin.

Herî dawî KHRAG û COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar, kampanyaya, “Dema wê hatiye: 'Li Tirkiyê ji bo aştiyeke dadmend ji Ocalan re azadî” dane destpêkirin.

Di bangê de xebatên NY'yê yên li Efrîkaya Başûr ên li didjî rejîma Apartheîdê jî hate bibîrxistin, hate gotin mîna rêgezên ji bo Nelson Mandela divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî werin bicihanîn.

Di daxuyaniyê de gotin, “Bi vê kampyayê hedefa me ya esasî ew e ku em aştiya li Tirkiyê û herêmê teşwîqa bikin. Azadbûna rêberê meşrû yê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya Tirkiyê û hemû herêmê bivenevê ye. Em ji serhatiya xwe ya li Efrîkaya Başûr dizanin, şertê bivenevê yê pêvajoyên aştiyê  ew e ku lîderên wan ên meşrû û pêbawer serbest were berdan.”

KCDK-E'yê di daxuyaniyê de bang kir hemû navendên wan ên civakî û sazî û dezgehên wan bi giyanê seferberiyê tevlî kampanyaya saziyên Efrîkî yên ji bo NY'yê bibin, xwe bigihînin her Kurdistanî û dostên Kurdan, van nameyên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bi rêya e-maîl û nameyan ji Sekreteriya Giştî ya NY'yê re bişînin. KCDK-E'yê got, “Ji bo ku em bi sed hezaran e-maîl û nameyan bişînin seferber bibin.”

Li gorî daxuyaniyê navnîşana ku dê name jê re werin şandin, wiha ye:

Mr António Guterres

Secretary-General United Nations

UN Headquarters, S-3800

New York, NY 10017

USA