Siyasetmedareke Awisturyayê: Îstixbarata dewleta Tirk li pişt hewldana kuştina min e

Parlamentera berê û siyasetmedara Awisturyayê ya bi eslê xwe Kurd Bêrîvan Aslan piştrast kir ku ajanekî Tirk ku nasnameya îtalî girtiye, li xwe mikur hatiye ku îstixbarata dewleta Tirk fermana kuştina wê û hin siyasetmedarên din ên Awisturyayê daye wî.

Siyasetmedareke Awisturyayê: Îstixbarata dewleta Tirk li pişt hewldana kuştina min e
13 ÇILE, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedara Awisturyayê Bêrîvan Aslan îstixbarata dewleta Tirk bi plankirina kuştina wê û siyasetmedarên din ên Awisturyayê, tawanbar kir. Ev yek di demekê de ku Viyanayê ragihand ku dê ajanekî Tirk ku nasnameya îtalî pê re ye dersînor bike, pêk tê.

Parlamentera berê ya Awisturyayê û endama Meclisa Viyanayê ji Erebeiye Net re wiha got: “Ajanê Tirk Feyat Ozturk dema ku xwe beriya çend mehan radestî polîsên Awisturyayê kiriye, li xwe mikur hat ku wî niyet dikir ku min, Peter Bills û endamê Parlamentoya Ewropayê Andreas Cheddar bikuje. Wî got ku îstixbarata Tirkiyê di Tebaxa borî de fermana wê yekê daye wî.”

Bêrîvan diyar kir ku Ozturk niyet dikir ku hin siyasetmedarên din ên Awisturyayê jî bikuje, lê belê wekî wê rastî xetereyê nehatine, ji ber ku Bêrîvan Kurd e û dijberî siyasetên Erdogan e.

Bêrîvan Aslan got: “Divê Ozturk bê darizandin. Wan ez kirim hedef, ji ber ku ez parastina mafên mirovan, serweriya qanûnê û demokrasiyê dikim. Lê tevî wê jî ez ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet û rûmeta mirovan dewam bikin.”

(cx)