​​​​​​​Çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin

SOHR, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li çolistana Sûriyê (Badiya) kirin, di heman demê de balafirên Rûs zêdetirî 40 derbe li herêmê pêk anîn.

​​​​​​​Çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin
12 ÇILE, 2021   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hemwextî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ya li çolistana Xenam El-Elî, Bûhemed ên gundewarê rojhilatê Reqayê, 3 balafirên şer ên Rûs bi nobedarî çolistana Sûriyê bomebaran kirin.

SOHR got, balafirên şer bejahiya Suxna ya gundewarê rojhilatê parêzgeha Humisê jî bomebaran kir.

Balafirên şer ên Rûs, di 14 saetên dawî de 40 derbe li herêmên çolistana Sûriyê pêk anîn, derbarê ziyanên mirovî de heya niha agahî bi dest neketin.

Li gorî SOHR, hêzên hikumetê sewqiyetên leşkerî yên mezin li ser rêya Asreya- Xenasir ên gundewarê rojhilatê Hemayê belav kirin. Ev yek ji ber zêdebûna çalakbûna şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê pêk hat.