​​​​​​​Şêniyekî Mexmûrê di girtîgeha PDK`ê de jiyana xwe ji dest da

Metîn Dawûd ku ji niştecihên wargeha penaberan a Mexmûrê ye û ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin, duh di girtîgeha PDK’ê de jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Şêniyekî Mexmûrê di girtîgeha PDK`ê de jiyana xwe ji dest da
13 ÇILE, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve çûyîn û hatina xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya ji bo bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê tê astengkirin. Ji wê rojê ve û heta niha PDK nahêle bi sedan karker derbasî Hewlêr û bajarên din yên Başûrê Kurdistanê bibin. Di pêvajoya rêgiriyê de gelek kesên ku li Hewlêrê ji bo debara xwe kar dikirin, ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û hîn jî gelek kes di girtîghê de ne.

Metîn Dawûd (45) ku niştecihê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ye, di girîgeheke PDK’ê a li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da.

Metîn Dawûd ji bo debara malbata xwe li bajarê Hewlêrê kar dikir, Dawûd di 7’ê Mijdara 2020’an de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin.

/kr/uploads/files/2021/01/13/075841_metin-dawud.webp

Asayîşê serdana malbatê qedexe kiribû û ji roja ku Metîn hatiye girtin ve û heta niha ti agahî jê nehatine wergirtin.

Herî dawî duh parêzerê Metîn çû asayîşa Hewlêrê û li aqûbeta Metîn pirsiya. Lê berpirsên asayîşê ji parêzer re gotin ‘Metîn ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest daye!.’

Metîn Dawûd di navbera salên 2009-2012’an de serokê BDP’ê ya navçeya Ebexa Wanê bû. Lê piştre ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar dimîne li gel malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê bibe. Metîn li wargeha penaberan a Mexmûrê niştecih dibe. Ji roja ku Metîn li Mexmûrê niştecih bûyî ji bo debara malbata xwe karkeriyê dike.

Metîn bavê 5 zarokan û şehîdekî tevgera azadiyê ye. Tê payîn cenazeyê Metîn ji bo Bakurê Kurdistanê were şandin û li navçeya Ebexa Wanê were veşartin.

(cx)