SOHR: 20 girtîgehên veşartî yên çeteyan Li Efrînê hene

SOHR, di raporê de bal kişand ser binpêkirinên dermirovî yên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê û diyar kir ku 20 girtîgehên veşartî hene.

SOHR: 20 girtîgehên veşartî yên çeteyan Li Efrînê hene
12 ÇILE, 2021   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di raporê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêma Efrînê dagirkirî eşkere kirin bi kiryarên der mirovî wesifandin.

Li gorî rapora SOHR, dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê ji roja yekemîn a dagirkirina Efrînê ve di Adara 2018'an de, dest bi pêkanîna hemû cûreyên kiryarên dermirovî yên li dijî niştecihên resen û koçberên li Efrînê kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku ev binpêkirin ji, diziyan plankirî ya milkên sivîlan (mal, dikan, erdên çandiniyê" ne, ku li pêş çav û gundên hêzên Tirkiyê yên dagirker têne kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji bilî diziya milkên sivîlan, tundî li dijî welatiyan, bi taybet ên Kurd têne kirin.

Li gorî raporê, ji destpêka dagirkirinê ve, bi hezaran Kurd hatine girtin, di girtîgehên veşartî yên ku li deverên cûda yên Efrînê avakirine hemû cûreyên îşkenceya fîzîkî û dirûnî li wan tên kirin. Her wiha hate diyarkirin ku armanc ji piraniya bûyerên girtinê re, xwestina fidyeyê ye.

SOHR, di rapora xwe de îşaret pê kir ku 20  girtîgehên veşartî yên çeteyan li Efrînê hene û wiha rêz kirin; Girtîgeha Miwaselat, Beraa, Dibistana Kerama, Hikma, girîgeha Tirindê ku ya herî xeter e û ji aliyê MÎT'ê Tirk ve tê birêvebirin, Ezhar Efrîn, Dibistana Îtîhad Erebî, Eşrefiyê, girtîgeha Mehmûdiyê, Kolana Vêlat, Dibistana Emîr Xubarî, Basûta, Xerîba, Kefer Cenê, Şingiliyê, Meydan Ekbis, Meheta, Goran, Şiyê û Qermitleq.