Çalakiya kon a li Minbicê bi dawî bû

Çalakiya konvendanê ya li Minbicê ya ku ji aliyê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ve hatibû lidarxistin di roja 4'an de bi dawî bû.

Çalakiya kon a li Minbicê bi dawî bû
12 ÇILE, 2021   16:10
MINBIC

Çalakiya bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi diruşmeya "Welat welatê me ye, parastina sonda me ye, ji dagirkeriya Tirk re na, em ê bi hev re welat biparêzin" hat lidarxistin.

Di çalakiya roja 4'an a dawî de, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Edaleta Civakî, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyên Şer amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/01/12/142803_abrahym-alshrydh.webp

Ji fermandarên Meclisa Leşkerîya Minbicê Îbrahîm Şerîra axivî û got ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê mafên parastina rewa bi kar bînin.

/ar/uploads/files/2021/01/12/142824_raed-alahmd.webp

/ar/uploads/files/2021/01/12/142848_mhmwd-alaydw.webp

/ar/uploads/files/2021/01/12/142926_mhmd-khyr.webp

Her wiha ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raîd Ehmed, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo û endama Saziya Gaziyên Şer Mihemed Xêr axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku armanca dewleta Tirk a destwerdana li kar û barên Sûriyê ew ku îmratoriya xwe ya mêtîngerî zindî bike û niştecihên herêmê koçber bike, da ku demografyaya herêmê biguhere. Her wiha hate destnîşankirin û dewleta Tirk ne tenê kurdan, di heman demê de tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef.

Di çalakiyê de helbestvan Ehmed El-Yûsif helbestek li ser şoreşê xwend. Çalakî bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA