Ciwanên şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyek li ber avahiya NY'yê li dar xist

Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Ciwanên şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyek li ber avahiya NY'yê li dar xist
Ciwanên şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyek li ber avahiya NY'yê li dar xist
Ciwanên şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyek li ber avahiya NY'yê li dar xist
Ciwanên şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyek li ber avahiya NY'yê li dar xist
12 ÇILE, 2021   14:54
QAMIŞLO

Bi diruşmeya "Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi serbikevin", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên di zindanên dewleta Tirk de çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY'yê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di çalakiya ku bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê tev lê bibûn de, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Mîdya Mihemed axivî û got: "Ji bo ku em ji bandora dagirkeriyê xilas bibin, divê destpêkê em rêber Abdullah Ocalan azad bikin."

Mîdya Mihemed piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk de nîşan da û wiha domand: " Em ê xeta berxwedanê dewam bikin û çalakiyên xwe berfirehtir bikin da ku armancên xwe yên jiyaneke bi azad û rûmet pêk bînin."

Çalakî  dê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî 8 rojan berdewam bike.

ANHA