Li girê Şêranê ya rojhilatê Kobanê dar têne çandin

Bi armanca zêdekirina deverên şînatiyê şaredariya navçeya Şêranê dest bi çandina hezar û 500 dar li ser girê navçeya Şêranê kir.

Li girê Şêranê ya rojhilatê Kobanê dar têne çandin
12 ÇILE, 2021   14:04
KOBANÊ

Bi însiyatîfa şaredariya Şêran û kordîneya Desteya Rêveberiya Herêmî û hawîrdorê ya herêma Firatê, şaredariya navçeya Şîran dest bi çandina hezar û 500 dar li ser girê navçeyê kir.

Şaredariyê dest bi çandina hezar û 200 darên sibober û 300 darên sero li girê ku başûr rojhilatê navçeya Şêranê dike kir.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û navendên navçeyê beşdarî xebata çandiniyê bûn.

Di vê çarçoveyê de, endama rêveberiya beşa hawîrdorê ya şaredariya navçeya Şêranê Suad Etî got: "Bi hevkariya Desteya Hawîrdorê ya herêma Firatê, şaredariyê dest bi şînkirina herêmê û parastina hawîrdor kir."

Hevseroka şaredariya navçeya Şêranê Helîme Seyd Ehmed got: " Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê gelê me dest bi gelek kar û guhertin li herêmê kir, ji ber ku hikumeta Sûriyê ev yek paşguh kiribûn." Suad tekez kir ku ji bo avakirina hawîrdorek baş dê projeyên wiha bidomin.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şêranê Salih Noh diyar kir ku wan banga şaredariya ya beşdarbûna projeya avakirina daran li ser girê stratejîk û dîrokî li herêmê pêk anîn.

 

Daristan wê li ser navê şehîd Fîras ku Endamê Ciwanên Şoreşger a Sûriyê were binavkirin. Fîras li cihê ku darê lê tên çandin di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de di berxwedana dijî çeteyên DAIŞ`ê DE şehîd bûbû.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a navçeya Şêranê plan dike ku daran li tevahiya dibistanên girêdayî navçeyê û goristanên girêdayî wê piştî ku çandina daran li gir  bi dawî bike, biçîne.

(dx-dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/swHsccdgr6c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>