Artêşa Tirk navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran dike.

Artêşa Tirk navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran dike
12 ÇILE, 2021   13:56
NAVEDNA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 2`yê Mijdara 2019`an de bi awayekî hovane herêmê bobmebaran kir û li dijî şêniyên Efrînê ku li şehbayê bi cih bûne komkujî pêk anîbû. Di encama komkujiyê de 8 jê zarok 10 kes şehîd bûbûn.

ANHA